New York (Rûdaw) - Îsraîlê sêşemê li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, salvegera êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a Hemasê bi bîr anî.
Lê ti welatê ku piraniya xelkê wî Misilman in beşdarî merasîmê nebû.
Heta ew welatên ku pêwendiyên xwe û Îsraîlê asayî kirine jî beşdar nebûn.
Hola bîranînê bi amadebûna dîplomatkar û kesayetiyan tije bibû.
Ev merasîm ji bo rêzgirtina li qurbaniyên êrişa Hemasê hatibû rêxistinkirin.
Ev roj, piştî Holokostê ji bo Cihûyan wekî roja herî bixwîn tê dîtin.
Çîn û Fransayê nûnerên xwe neşandin
Ji bilî Amerîkayê, nûnerên Rûsya û Brîtanyayê jî wekî du endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê di nav beşdaran de bûn.
Lê Çîn û Fransayê ti nûnerên xwe neşandibûn merasîmê.
Endamê Kongreya Amerîkayê Mike Waltz di axaftina xwe de got:
"Peymana Îbrahîm dê berfirehtir bibe. Îro teknolojiya Qubeya Hesinî bajarên wekî Ebû Dabî û Dubayê diparêze.
Îsraîlî û Ereb ji bo parastina herêmê li hemberî êrişên Îranê mil bi mil rawestiyane."
Kesayetiyê navdar a televîzyonên Amerîkayê Dr. Phil jî tevlî merasîmê bû.
Her wiha hejmarek ji rizgarbûyên êrişê û malbatên qurbaniyan jî beşdar bûn.
Itay Cohenê ku yek ji dîlên azadkirî yên di destê Hemasê de bû, di nav beşdaran de bû.
"Bi zanebûn em ditirsandin"
Itay Cohen behsa serpêhatiya xwe ya di dema dîlbûnê de kir û anî zimên:
"Her saetek yan du saetan carekê dihatin jûra me û qîr dikirin digotin 'Allahû Ekber' da ku em ji wan bitirsin.
Rê nedidan em biçin destavê, lewma em neçar diman ku em bi xwe de mîz bikin."
Peyama Guterres hat xwendin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji ber serdaneke xwe ya Pakistanê nekarî beşdar bibe peyamek şand.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric peyama Guterres xwend.
Guterres di peyama xwe de êrişa Hemasê wekî "qirêj" pênase kir û got, "Divê ev karesat ti carî ducare nebe.
Şerê wêranker ê piştî wê, bû sedema êşeke bêhempa ya Filistîniyên li Xezeyê û divê êş û azarên wan jî bi dawî bibin."
Komîsyoneke lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî Hezîrana 2024an ragihandibû ku Îsraîlê li Xezeyê "tawanên li dijî mirovahiyê" kirine.
Lê Îsraîlê ew rapor red kiribû.
Merasîm bi xwendina sirûda niştimanî ya Îsraîlê bi dawî bû.


