New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Rûdawê re ragihand ku peymana parastinê ya navbera Pakistan û Erebistana Siûdî bandoreke neyînî li ser rola navbeynkariyê ya Îslamabadê ya di navbera Îran û Amerîkayê de nake.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên me yên li ser rojevê bersivandin.
Dujarric bal kişand ser wê yekê ku di pêvajoyên navbeynkariyê de pîvana sereke razîbûna her du aliyan e û got:
"Ji bo her navbeynkarekî ya herî girîng ew e ku her du alî jî wî qebûl bikin û niha jî rewş bi vî rengî ye."
Rûdaw: Ez dixwazim li ser serdana Sekreterê Giştî ya Pakistanê bipirsim. Wekî hûn dizanin, li gorî Peymana Mekeyê, êrişa li ser Erebistana Siûdî wekî êrişa rasterast a li ser Pakistanê tê hesibandin. Ji ber vê yekê, Pakistanê soz daye ku ji bo parastina Siûdiyê ya li hemberî êrişên Hûsiyan leşkeran bişîne wî welatî. Di vê çarçoveyê de, gelo Sekreterê Giştî bawer dike ku di vê aloziya ku Îran jî aliyekî wê ye de Pakistan hîn jî navbeynkarekî bêalî ye? Ya duyem jî, gelo desthilata Îranê li ser vê mijarê ti dilgiranî gihandiye Sekreterê Giştî?
Stephane Dujarric: Ez bawer nakim rayedarên Îranî ev mijar rasterast li gel Sekreterê Giştî anîbin zimên. Dema em li mijarê dinêrin, îro tifaqa leşkerî ya gelek welatan bi welatên din re heye lê ev yek nebûye asteng ku Pakistan di vê pêvajoyê de bibe navbeynkarekî gelekî bibandor. Welatên din jî, di serî de Qeter û Misir, piştgirî daye pêvajoyê. Ji ber vê yekê ez ti nakokiyan nabînim. Divê ez vê yekê jî lê zêde bikim, ji bo her navbeynkarî pîvana herî girîng ew e ku her du alî jî wî qebûl bikin. Li gorî min rewşa heyî jî ev e.


