Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku plana wan a rêlibergirtina çekên nukleer ên Îranê bi ser ketiye û got, "Ev şer dê gelekî bi lez biqede."
Donald Trump berî ku ji bo bernameyeke hilbijartinê ya li Teksasê ji Koşka Spî derkeve, bersiv da pirsên rojnamegeran.
Trump li ser bihayê bilind ê benzînê yê li Amerîkayê axivî û diyar kir ku bi bidawîbûna şerê li gel Îranê re dê bihayê enerjiyê bi lez dakeve.
"Me artêşa wan tune kir"
Trump destnîşan kir ku ew rê nadin Îran bibe xwediyê çekên nukleer û li ser rewşa dawî anî zimên:
"Me ev erk ji bingehê ve temam kir. Me artêşa wan tune kir. Ev rewş dê gelekî bi lez biqede. Dema ku ev yek pêk hat dê bihayê petrolê jî bi lez dakeve."
Trump li ser Tifaqa Mekeyê axivî
Serokê Amerîkayê Donald Trump her wiha biryara Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ya ji bo bicihkirina hêzên leşkerî ya li Erebistana Siûdî nirxand.
Trump Li ser pirsa "Tirkiye û Pakistanê ji bo ku hêzên leşkerî bişînin Erebistana Siûdî di çarçoveya Tifaqa Mekeyê de li hev kir, tu li ser vê yekê çi difikirî?" got:
"Ev welat dixwazin alîkariya Erebistana Siûdî bikin û li gorî min ev tiştekî gelekî baş e."


