Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeyên di medyaya Amerîkayê de hatine belavkirin, Qesra Spî ji Pentagonê xwest ku ji bo êrişkirina ser çend cihên li Îranê vebijêrkan amade bike ku dibe beriya hilbijartinên nîvê serdemê yên 3yê Çiriya Paşîn bên encamdan.
Nîqaşên li ser dema êrişê
Kovara The Atlanticê li ser zarê du rayedarên hikûmeta Amerîkayê ragihand ku mezinahî û armancên êrişên gengaz û her wiha bê ma hikûmet dê di dawiyê de gavan biavêje yan na hîn jî tên nîqaşkirin.
Li gorî kovarê, şêwirmendên Donald Trump di wê baweriyê de ne ku dema herî guncav a ji bo êrişên nû ne beriya hilbijartinan, piştî hilbijartinên nîvê serdemê ye.
Rayedarekî Qesra Spî jî ji The Atlanticê re diyar kir ku "di her kêliyê de hemû vebijêrk li ber destê Trump hene" lê bersiva pirsên li ser dema êrişên gengaz neda.
Ferman da CENTCOMê
Malpera Axiosê jî li ser zarê rayedarên Amerîkayê eşkere kir ku Pentagonê beriya çend rojan ferman daye Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ku amadehiyên ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê temam bike.
Li gorî nûçeyê, di vê fermanê de ji bo destpêkirina êrişan nehatiye dîrokeke diyarkirî destnîşankirin.
Rayedarekî Pentagonê jî li ser van nûçeyan ji Ajansa Anadoluyê re got:
"Erkê Wezareta Parastinê ew e ku vebijêrkên leşkerî ji bo serok amade bike û pêşkêşî wî bike."
Wî rayedarî ev nûçe ne piştrast kirin û ne jî got derew in.
Rewşa Tengava Hurmizê û peymana hezîranê
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir.
Tehranê jî li herêmê bi êrişên bi mûşek û dronan bersiv da û Tengava Hurmizê ya ku ji bo dabînkirina enerjiyê xeteke stratejîk e bi awayekî pratîkî girt.
Piştî hewlên navbeynkariyê yên Pakistan û Qeterê, Washington û Tehranê meha hezîranê ji bo rawestandina şer û amadekirina zemîna dan û standinan peymaneke hevtêgihîştinê îmze kiribû.
Lê ji ber nakokiyan, bi taybetî jî nakokiyên li ser ewlehî û hatin û çûna keştiyan a li Tengava Hurmizê, pêkanîna vê peymanê rawestiyaye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump meha borî di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de gotibû ku ew li bendê ye piştî hilbijartinên nîvê serdemê yên Amerîkayê bi Îranê re bigihe peymanekê.
Trump her wiha hişyarî dabû ku ew li ber "biryareke mezin" e bê ma ew dê ber bi peymanekê ve here yan dê Îranê "ji holê rake."


