Erîvan (Rûdaw) - Radyoya Ermenistanê ya li paytexta wî welatî Erîvanê, nêzîkî 80 sal in bi zimanê Kurdî weşanê dike.
Ev radyo di nav Kurdan de wekî "Radyoya Rewanê" tê naskirin.
Lê belê beriya 10 salan bi biryara desthilata Ermenistanê li kêleka weşana Kurdî, weşaneke din jî bi navê "bi zimanê Êzidîkî" dest pê kir.
Sedema cudakirina ziman nayê zanîn
Birêvebirê Beşa Weşanên ji bo Welatên Biyanî ya Radyoya Ermenistanê Hamlet Matevosyan li ser kêmneteweyên li wî welatî got:
"Li cem me çend kêmnetewe hene. Di nav wan de Yunan, Suryan, Kurd û Êzidî hene. Em bi van her çar zimanan weşanê dikin."
Dema ku Rûdawê ji Matevosyan pirsî "We got ku hûn hem bi Kurdî û hem jî bi Êzîdîkî weşanê dikin?
Bi qasî ku ez dizanim, wekî zimannasek, ew heman ziman in. Çima we biryar daye ku, bi heman zimanî `du weşanên bi navên cuda` pexş bikin?” ew nikare sedema vê nakokiyê rave bike û dibêje:
"Ev biryar ji mêj ve û berî ku ez bêm radyoyê hatiye dayîn. Bi rastî ez sedemên bingehîn ên vê yekê nizanim.
Lê ez dizanim ku kesê niha li ser weşana Êzidîkî dixebite, berê li ser weşana Kurdî dixebitî. Bi rastî, ez nikarim vê yekê rave bikim."
Dîroka dûr û dirêj a Radyoya Erîvanê
Dîroka weşana Kurdî ya li Radyoya Erîvanê vedigere sala 1930î.
Weşana Kurdî sala 1937an hat girtin û sala 1955an ji nû ve dest pê kir.
Di demên cuda de kesayetên navdar ên wekî Casimê Celîl, Xelîlê Çaçan, Ehmedê Gogê û Keremê Seyad birêvebiriya vê beşê kir.
Ji sala 2016an ve jî Tîtalê Kerem birêvebirî û bêjeriya weşana Kurdî didomîne.
Dema weşanê daketiye nîv saetê
Birêvebir û bêjerê weşana Kurdî yê Radyoya Ermenistanê Tîtalê Kerem qala qonaxên weşanê kir û got:
"Heta dawiya Sovyetê û piştî wê jî weşan her roj saet û nîvek bû. Saetek cuda bû, nîv saet jî cuda bû.
Lê salên 2000î dema ku dest pê kirin, ji bo kêmkirina xercên xwe, ne tenê bernameya me ya Kurdî bernameyên din jî gav bi gav kêm kirin. Niha bernameya me rojê nîv saet tê weşandin."
Tîtalê Kerem da zanîn ku di serdema Sovyetê de propagandaya Sovyetê dihate weşandin lê piştî hilweşîna Sovyetê, dema ku Keremê Seyad bi tenê ma, wî bi xwe dest pê kir ku bernameyên nû û serbixwe amade bike.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê êdî weşana Kurdî girîngiya xwe ya siyasî winda kir.
Mûçryê karmendan hat birîn û piraniya wan neçar man ku Ermenistanê biterikînin.
Ji karmendan tenê 3 kes mane
Tîtalê Kerem anî zimên ku niha tenê sê kes ji bo weşana Kurdî dixebitin û wiha pê de çû:
"Em sê kes man: Ez, Leyla Kerem û Gulîzara Memê. Jixwe dema weşanê jî kêm bûye.
Guhdarên me jî wekî berê nînin. Roja îro radyo û televîzyonên Kurdî gelek in.
Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku wekî berê ew qas guhdarên me mabin."
Ev siyaset tenê li ser Kurdan tê meşandin
Civaka Ermeniyan ji aliyê baweriyê ve bi piranî Xiristiyanên Grîgoryan in.
Lê belê hejmareke berbiçav ji wan jî katolîk in ku di nav civakê de wekî "Frank" tên binavkirin.
Desthilata Ermenistanê ti carî hewce nedîtiye ku ji bo wê civakê zimanekî bi navê "zimanê Frankî" derxe holê û weşanê pê bike.
Wekî tê dîtin ev siyaseta parçekirina ziman tenê li hemberî Kurdan tê meşandin.



