Hewlêr (Rûdaw) - Li Washingtona
paytexta Amerîkayê li saloneke werzişê ya li devera Logan Circleyê ku nêzîkî
Koşka Spî ye êrişeke bi çekan qewimî û polîsan ragihand ku herî kêm 5 kes
hatine gulebarankirin.
Bûyer li nava
navenda werzişê ya Vida Fitnessê û li ber deriyê wê qewimî ku nêzîkî kîlometre
û nîvekê li bakurê Koşka Spî ye.
Polîsên
Washingtonê da zanîn ku 5 kes bi guleyan birîndar bûne lê rewşa wan a
tenduristiyê hîn bi temamî ne diyar e.
Şahidên bûyerê
çi got?
Kesên ku di dema
êrişê de li salona werzişê bûn behsa wan kêliyên tirsê kirin.
Şahidekî bûyerê
yê bi navê Michael Carney ji rojnameya Washington Sunê re got ku dema
gulebarankirinê ew li ser banda bezê bûye û wiha axivî:
"Min dengekî
teqînê bihîst, pêşî min got qey topa werzişê teqiya lê piştre min dît ku kesek
li ser erdê birîndar ketiye. Dema alarma şewatê lê da hemû kes li pişt
kulîlkdankan veşartin."
Carney her wiha
da zanîn ku piştî ji salonê derketiye, wî li kolana kêlekê dengê 5 heta 10
guleyên din jî bihîstiye.
Şahideke din a
bûyerê jî ji heman rojnameyê re ragihand ku piştî derketina ji salonê ji jûra
cilguhertina jinan dengekî pir bilind bihîstiye û got:
"Min zanî
tiştek li hev ket an jî ket xwarê lê piştre min fêm kir ku ew dengê guleyan
bû."
Polîsan herêm
dorpêç kir
Li Kolana Pyê û
Kolana 16emîn ku nêzîkî cihê êrişê ne gelek ambulans, wesayîtên polîsan û
helîkopter hatin dîtin.
Tevgera ewil a
tîman bi dema herêmî derdora saet 08:30î dest pê kir û birîndar bi ambulansan
hatin veguhastin.
Polîsan ragihand
ku li herêmê êrişeke çalak a bi çekan qewimiye û kordona ewlehiyê hatiye
avakirin.
Polîsê bi navê
Nathan Clarke destnîşan kir ku tîmên wan li çend xalên cuda yên herêmê
midaxaleyî bûyerê dikin lê hîn agahiyên hûrgilî yên li ser cih û çarçoveya tam
a bûyerê nehatine piştrastkirin.
Brooke Pinto:
Polîs li gumanbarekî digere
Endama Encumena
Bajarê Washingtonê Brooke Pintoyê bi rêya hesabê xwe yê tora civakî ya Xê
ragihand ku êriş "li nava navenda werzişê ya Vida Fitnessê û li derveyî
wê" qewimiye.
Brooke Pintoyê da
zanîn ku çend kes hatine gulebarankirin û xwest ku xelk ji herêmê dûr bisekine.
Pintoyê her wiha
eşkere kir ku polîs li pey gumanbarekî digere.
Polîs: Rewşa
barîkatê heye
Daîreya Polîsan a
Washingtonê (MPD) di daxuyaniyeke nû de ragihand ku bûyer li Bloka 1500an a
Kolana 15emîn a bakurê rojava bûye sedema "rewşa barîkatê".
Di daxuyaniya
polîsan de hat gotin:
"Tîma
Bersivdana Bilez a MPDyê li cihê bûyerê ye. Em ji bo çareserkirina vê rewşê
dixebitin, ji kerema xwe ji herêmê dûr bisekinin."



