Hewlêr (Rûdaw) - Volodymyr Zelenskyy, piştî hevdîtina ku li Dublîna paytexta Îrlandayê bi Steve Witkoff û Jared Kushner re pêk anî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku hevdîtin ji aliyê mirovî ve encameke girîng derxistiye holê û ragihand ku tê payîn di navbera Rûsya û Ukraynayê de ji destpêka şer ve bihevguhertina herî berfireh a dîlan dê pêk were.
Zelenskyy di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de ev gotin bi kar anîn:
“Pêşî encameke mirovî hat bidestxistin.
Dîl dê werin berdan û em li bendê ne ku ji destpêka şer ve bihevguhertina herî berfireh a dîlan pêk bînin.”
Rola Ewropayê ya pêvajoyê dê zêde bibe
Zelenskyy destnîşan kir ku sernavê duyemîn ê girîng ku di hevdîtinê de hatiye nirxandin, tevlibûna herî çalak a nûnerên Ewropayê ya di pêvajoya dîplomatîk de ye.
Zelenskyy anî ziman ku ew hewl didin da ku welatên Ewropayê li ser maseya muzakereyê di pozîsyoneke wekhev de cih bigirin û diyar kir ku Ukrayna parastina berjewendiyên Ewropayê didomîne.
Serokê Dewleta Ukraynayê diyar kir ku tevlibûna bihêztir a Ewropayê di pêvajoya dîplomatîk de ji bo mizakereyan girîng e.
Amadehî ji bo civînên nû yên piralî
Volodymyr Zelenskyy ragihand ku di hevdîtinê de amadehiyên ji bo lidarxistina civînên nû yên piralî jî hatine nirxandin.
Zelenskyy da zanîn ku pêwendiyên dîplomatîk dê berdewam bikin û spasiya welatên piştgiriya Ukraynayê dikin û kesên ku piştgiriya pêvajoyê dikin kir.
Zelenskyy her wiha ji ber pêwendiyên wan ên gur ên dîplomatîk spasiya Nûnerê Taybet ê Donald Trump Steve Witkoff û Şêwirmendê wî Jared Kushner kir û destxweşiyên xwe pêşkêşî Îrlandayê kir ku fersenda vê hevdîtinê afirandiye.



