کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Vladimir Putin, Donald Trump û Xi Jinping

Vladimir Putin, Donald Trump û Xi Jinping

Cîhan

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’
Cîhan19-11-2026

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin

Trump: Ji bo dawîanîna şerê Îranê em alîkariyê ji Çîn û Rûsyayê naxwazin
Cîhan19-11-2026

Trump: Ji bo dawîanîna şerê Îranê em alîkariyê ji Çîn û Rûsyayê naxwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtina sêalî ya li gel Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Amerîkayê Donald Trump wekî "rûpeleke dîrokî ya dîplomasiyê" bi nav kir.

Putin li bajarê Shenzhenê yê Çînê piştî Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) di civîneke çapemeniyê de axivî û lidarxistina vê hevdîtinê bi awayekî erênî nirxand.

"Me pêşniyarên Amerîkayê yên ji bo aştiyê qebûl kirin"

Serokê Rûsyayê bal kişand ser hewldanên ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê û destnîşan kir ku vebijêrkên lihevkirinê ji aliyê Amerîkayê ve hatine pêşkêşkirin:

"Ev vebijêrk ji aliyê Amerîkayê ve hatin pêşniyarkirin û me ew bêyî guherînekê qebûl kirin lê Ukrayna û piştevanên wê yên Ewropî vê gavê naxwazin bi rêyên aştiyane li hev bikin. Em dixwazin dawî li vî şerî bînin."

Putin her wiha hewlên Donald Trump ên ji bo çareserkirina qeyranê û başkirina pêwendiyên navbera Rûsya û Amerîkayê jidil dîtin.

Çaksaziya di Neteweyên Yekbûyî de

Vladimir Putin da zanîn ku di civîna sêalî de çaksaziya di Neteweyên Yekbûyî de, parastina ewlehiya cîhanî û rêgirtina li belavbûna çekên komkujiyê hatine gotûbêjkirin.

Putin her wiha îdia kir ku Dadgeha Tawanan a Navneteweyî sînorên desthilata xwe derbas dike û biryarên siyasî dide.

"Bersiva me ya ji bo êrişên li ser Pira Qirimê dê girantir be"

Serokê Rûsyayê li ser êrişên Ukraynayê yên li ser Pira Qirimê jî hişyarî da û anî zimên:

"Me ferman dabû ku ew pir ji bo armancên leşkerî neyê bikaranîn û ev avahiyeke sivîl e. Em dê teqez bersivê bidin van êrişan û bersiva me ji bo Kîevê dê pir girantir û biêştir be."

"Me nûnerên Ewropayê dawetî Moskowê kirin"

Putin li dijî bicihkirina leşkerên Ewropayê yên li Ukraynayê derket û diyar kir ku ew naxwazin bi welatên Ewropayê re şer bikin:

"Hemû kes dizane ku em şerê li gel Ewropayê naxwazin. Me bi rêyên dîplomatîk nûnerên Ewropayê vexwendine Moskowê da ku nêrînên wan ên li ser ewlehiyê fêhm bikin.

Divê ewlehiya Ukraynayê jî bibe beşek ji pergala giştî ya ewlehiya Ewropayê."

Pirsên