Hewlêr (Rûdaw) - Jurgen Vanlerberghe dibêje, hejmara wan kesên ku îsal hewl dane ji Belçîkayê derbasî Brîtanyayê bibin 5 qatan zêde bûye.
Li gorî wan amarên ku Parêzgarê Herêma Flandersa Rojavayê Jurgen Vanlerberghe belav kirine, ji meha Kanûna Paşîn heta Çiriya Pêşîn a îsal, berpirsên Belçîkayê rê li ber 570 kesan girtiye ku hewl dane ji peravên Belçîlayê ber bi Brîtanyayê ve bi rê kevin.
Sala borî tenê 102 kes bûn.
69 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya bi mirovan hatin desteserkirin
Parêzgar amaje bi wê yekê jî kiriye ku hêzên ewlehiyê yên Belçîkayê 69 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtiya bi mirovan desteser kirine.
Vanlerberghe wan kesan wekî " kesên ku dixwazin li ser hesabê xelkê qezencê bikin" bi nav kirine.
Penaber berê xwe didin peravên Belçîkayê
Ji ber ku xala herî nêzîk Fransa ye penaber bi piranî ji bakurê Fransayê bi beleman ber bi Brîtanyayê ve bi rê dikevin.
Lê tevî dûriya mesafeyê jî, niha peravên Belçîkayê bi zêdebûna hejmara koçberan re rû bi rû bûne.
Plana dersînorkirinê Rwandayê
Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û Brîtanya di bin dan û stendinên mezin a koçberan de ne.
Ji ber vê yekê hikûmetên wan welatan rêkaran tund dikin.
Di vê çarçoveyê de vê hefteyê Almanya, Danîmarka, Awisturya, Yunanistan û Holendayê planek ji bo vekirina navendeke dersînorkirina koçberan li Rwandayê ragihand ku yekem navenda bi vî rengî ye li derveyî Yekîtiya Ewropayê.
Eşkerekirina van amarên li Belçîkayê hevdem e li gel civîna birevebirên Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê ku pirsa koçberiyê yek ji mijarên wê yên sereke bû.



