کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokwezîrê Brîtanyayê û serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê / Wêne: Arşîv

Serokwezîrê Brîtanyayê û serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê / Wêne: Arşîv

Cîhan

Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kir lê şertê xwendekaran heye

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin
Cîhan20-11-2026

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin

Li Belçîkayê rê li ber 570 koçberan hat girtin, 69 qaçaxçî hatin desteserkirin
Cîhan20-11-2026

Li Belçîkayê rê li ber 570 koçberan hat girtin, 69 qaçaxçî hatin desteserkirin

Amarên fermî: Kurdî li Fînlandayê zimanê 12emîn ê herî berbelav e
Cîhan20-11-2026

Amarên fermî: Kurdî li Fînlandayê zimanê 12emîn ê herî berbelav e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê û serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê ji bo rêxistina pêwendiyên xwe li Brukselê civiyan.

Her du aliyan çend peymanên bazirganî û aborî ragihandin lê cîbicîkirina wan girêdayî wê yekê ye ka Brîtanya dê razî bibe kirêya zanîngehê ya ji bo xwendekarên Ewropî kêm bike yan na.

Îro Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham li Brukselê bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê û Serokê Meclîsa Ewropayê Antonio Costa civiya.

Di civînê de bi armanca hevahengî û bi hev re xebitînê çend biryar hatin dayîn û çend peyman jî hatin kirin.

Lê belê Yekîtiya Ewropayê ev merc daniye ku eger Brîtanya kirêya xwendina zanîngehê ya ji bo xwendekarên Ewropî kêm neke, wê demê peymanên din jî nayên cîbicîkirin.

Bazirganiya xwarinê

Her du aliyan li ser "xwarin û vexwarinê" li hev kir da ku ew rûtîn û rêkarên aloz nemînin ku piştî veqetîna Brîtanyayê ya ji Yekîtiya Ewropayê bazirganî giran kiribûn.

Li gorî peymanê, êdî li ser sînoran pişkinînên zêde û bawernameyên taybet ji bo xwarin û berhemên wekî penîr û goşt nayên xwestin.

London dibêje ku ev gav salane 5,1 milyar poundî (6,1 milyar euro) qezencê digihîne aboriya Brîtanyayê.

Jîngeh û avhewa

Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê ji bo kêmkirina qirêjbûna jîngehê û germbûna cîhanê bi hev re bixebitin li hev kirin.

Li gorî peymanê, dema ku kel û pel di navbera wan de tên firotin, êdî baca zêde ya jîngehê li ser kel û pelan nayê danîn.

London dibêje ev biryar salane bi qasî 3,8 milyar poundî sûdê digihîne aboriya Brîtanyayê û hesin, alumînyûm û kel û pelên din ên Brîtanî yên bi bihayê 6,5 milyar poundî ji baceyê zêde rizgar dike.

Hat û çûna ciwanan û kirêya zanîngehê

Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku ciwanên her du aliyan karibin 2 salan li welatên hevdû bijîn û xwendekarên Ewropî jî bi heman kirêya kêm a xwendekarên Brîtanî li zanîngehên wî welatî bixwînin.

Lê hikûmeta Brîtanyayê ya ku dixwaze hejmara welatiyên biyanî kêm bike razî nîne û her du aliyan biryar da ku di nava 6 mehan de vê mijarê yekalî bikin.

Yekîtiya Ewropayê bi biryar e ku eger ev mijar neyê çareserkirin, peymanên din nayên cîbicîkirin.

Bazara elektrîkê

Gotûbêj berdewam in ji bo ku Brîtanya beşdarî bazara elektrîkê ya Ewropayê bibe.

Piştgirên vê gavê dibêjin ew ewlehiya enerjiyê xurt dike û ji bo daketina bihayan dibe alîkar.

5 welatên Yekîtiya Ewropayê ku di nav wan de Almanya, Holenda û Danîmarka jî hene di wê baweriyê de ne ku ev yek dê bibe alîkar ji bo herêma Deryaya Bakur bibe "navenda herî mezin a enerjiya paqij a cîhanê" ku bi enerjiya bayê dixebite.

Lê dibe ku ji Brîtanyayê bê xwestin pereyekî wekî "kirêya beşdariyê" bide da ku alîkarî ji bo herêmên hejar ên Ewropayê pê bê dayîn.

Pirsa koçberan

Her du aliyan biryar da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan û şandina wan bi hev re bixebitin.

Ev yek piştî wê yekê tê ku Serokwezîrê Brîtanyayê got ew "bi girîngî" li plana welatên Ewropayê ya ji bo vekirina kamp û navendan li derveyî Ewropayê dinêre da ku koçberan bişînin wan deran.

Berê jî Almanya, Awisturya, Danîmarka, Yûnanistan û Holendayê biryar dabû ku navendeke bi wî rengî li Rwandayê vekin.

Kirîna kel û pelên Ewropî

Her du aliyan li hev kir ku li ser ewlehî û hevkariya aborî biaxivin.

Brîtanya dilgiran e ku eger Yekîtiya Ewropayê şirketan neçar bike tenê otomobîl, çek û kel û pelên Ewropî bikirin û zererê bigihîjin şirketên Brîtanyayê.

Lê belê hîn welatên Ewropayê di nava xwe de li ser vê mijarê li hev nekiriye.

Brexit û pêwendiyên Brîtanya û Ewropayê

Sala 2016an xelkê Brîtanyayê di referandûmekê de bi rêjeya ji sedî 51,9an deng da derketina ji Yekîtiya Ewropayê (Brexit).

Piştî çend salan ji gotûbêjên aloz, Brîtanya Kanûna Paşîna 2020an bi awayekî fermî ji yekîtiyê veqetiya û ji destpêka sala 2021ê ve jî ji bazara hevbeş a Ewropayê derket.

Ew veqetîn bû sedema derketina astengiyên mezin ên bazirganiyê, danîna pişkinînên tund û gumrikê li ser sînoran û her wiha zehmetbûna hat û çûna xelk û xwendekaran a di navbera Brîtanya û 27 welatên Yekîtiya Ewropayê de ku zerereke mezin gihand aborî û bazirganiya her du aliyan.

Ev lûtke jî hewleke nû ya hikûmeta Brîtanyayê ye ji bo sererastkirina wan zereran û asayîkirina pêwendiyên li gel Brukselê.

Nûçeyên Têkildar

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin
Cîhan20-11-2026

Rapora UNICEFê ya li ser Ukraynayê: Zêdetirî hezar û 144 zarok hatine kuştin û birîndarkirin

Li Belçîkayê rê li ber 570 koçberan hat girtin, 69 qaçaxçî hatin desteserkirin
Cîhan20-11-2026

Li Belçîkayê rê li ber 570 koçberan hat girtin, 69 qaçaxçî hatin desteserkirin

Amarên fermî: Kurdî li Fînlandayê zimanê 12emîn ê herî berbelav e
Cîhan20-11-2026

Amarên fermî: Kurdî li Fînlandayê zimanê 12emîn ê herî berbelav e

Pirsên