Emma Pomeroy: Shanidar Z dê li Kurdistanê vegere

07-05-2024
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Shanidar Z Şikefta Şanederê Dr. Emma Pomeroy Kurdistan Netflix
A+ A-

Pispora Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Emma Pomeroyê diyar kir ku dê skeletê Shanidar Zyê li Kurdistanê vegerînin û got

“Ev ji Kurdistana Îraqê hatiye û dê vegere Kurdistana Îraqê.”

Dr. Emma Pomeroyê li ser girîngiya Şikefta Şanederê ya ji bo lêkolînên li ser dîroka mirovatiyê da zanîn: “Şikefta Şanederê cihekî şûnwarî yê pir dewlemend û girîng e.

Hin çîn lê hene ku vedigerin berî zêdetirî 100 hezar salî.

Li Şikefta Şanederê hem li ser jiyanê û hem jî li ser mirinê belgeyên me hene ku vê yekê jî wer kiriye ku ew pir balkêş be.”

Skeletê herî saxlem ê Neanderthalan li Şikefta Şanederê ya li herêma Barzanê ya Hewlêrê hatibû dîtin.

Skeletê ku “Shanidar Z” lê hatibû kirin di belgefîlma bi navê “Razên Neanderthalan” de bi dîmenên 3D tê nîşandan.

Lêkolerên ji zanîngehên Cambridge û Soranê sala 2015an li Şikefta Şanederê skeletekî Neanderthalan dîtibû.

Tîma Brîtanyayê destûr ji Daîreya Arkeolojiyê ya Herêma Kurdistanê xwest û li ser skelet xebitî.

Dîtina hestiyê qoqê serê jineke Neanderthal li Şikefta Şanederê di sala 2018an de ji aliyê tîmeke Zanîngeha Cambridgeyê ve, ji cîhanê re bûye çavkaniya têgihîştineke nû ya jiyana Neanderthalan û herwisa bûye mijara belgefîlmeke nû ya Netflixê jî.

Pispora Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Emma Pomero li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî:

Rûdaw: Dr. Emma Pomeroya ku li Zanîngeha Cambridgeyê pispora Şûnwarnasiyê ye bi me re ye. Ez dixwazim vê vedîtinê bi wê re gotûbêj bikim. Zor spas ku tu bi me re yî. Ez dixwazim bi pirskirina li ser dema projeyê û her tiştî li ser wê dest pê bikim, ji ber ku ev ji bo me vedîtineke pir dîrokî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê kengî dawetname ji tîma şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Cambridge-ê re şand da ku were Kurdistanê?

Emma Pomeroy: Ez ne şaş bim sala 2011an bû gava hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşî pêwendî bi Profesor Graham Barker re kir ku heta vêga jî serokê projeyê ye, li gel çend hevkarên me li Zanîngeha John Moores li Liverpoolê û Zanîngeha Birbeckê ya Londonê.

Rûdaw: Tîma şûnwarnasiyê ya Cambridgeyê kengî gihîşt Kurdistanê û dest bi kolannê kir?

Emma Pomeroy: Sala 2014an dest bi kolanê hat kirin. Çend salan domand heta ku hin budce hat komkirin da ku proje bikare were destpêkirin.

Rûdaw: Dr. Emma, zêdetirî 75 hezar salan e ku hestiyên qoqê serî li wir bûn. Li vir hin kes dipirse: Çima evqasî domand heta ku şûnwarnas wan bibînin? Bi duristî we kîjan roj û meha sala 2018an ew dît. Em dixwazin zanibin kengî hestiyên qoqeserê (Şaneder Z) li Şikefta Şanederê hatin dîtin?

Emma Pomeroy: Çima vedîtina hestiyan ewqasî domand… Şikefta Şanederê zafî mezin e û me tenê beşeke wê ya biçûk kolaye.

Hevkarên me, di salên 1950î de bi serokatiya Ralph Slokey, şikeft kola lê asta kolanan heta radeyekê biçûk bû. Wekî din, bermahî di kûrahiya heft metre û nîvên niha yên şikeftê de hatin dîtin. Ev pir aloz e.

Bîne ber çavên xwe, tu di kûrahiyeke wiha de mijûlî kolandinê bî. Loma ev demeke dirêj didome. Li dawiyê em pê hesiyan ku hin bermahiyên Neanderthalan di beşeke vê şikeftê de hene. Li derdora sala 2016an me karîbû wan di dîwarên kolandî de bibînin lê ya ku em bi gelemperî dikin ew e ku li ser rûyê erdê dest bi kolanê dikin, loma hin dem xwest da ku em wiha bikin ku parastî be.

Ev di çalan de karekî lap aloz e. Êdî kolanê sala 2018an dest pê kir. Ne şaş bim me ew qoqê serî cara pêşî 11ê îlona 2018an dît lê me dizanîbû ku hin beşên hestiyepeykerê li wir bûn, wekî parsûyan, ev sala 2016an bû.

Rûdaw: Çiqas dem pêwîst bû ji bo bi hev ve zeliqandina hemî parçeyên serê jina Neanderthal?

Emma Pomeroy: Bi rastî karekî pir dijwar bû û ji neh mehan bêtir kişand. Divê ez bibêjim ku piraniya karan ji hêla Lucia Lopez Pollini ve hatin kirin ku me bi hev re kar dikir. Ew 9 heyvan li ser xebitî, hemî parçe paqij kirin û paşê bi hev ve zeliqandin. Min di beşeke vê pêvajoyê de alîkarî kir lê hîn gelek kar maye ku were kirin, ev proje ye û kar li ser berdewam dike.

Rûdaw: Bi dîtina te, dê qoqeser ji bo her tim li ku bê hilgirtin, gelo dê li Brîtanyayê be yan li Kurdistanê bê vegerandin?

Emma Pomeroy: Dê li Kurdistanê bê vegerandin. Niha ji bo pêvajoya parastin û bihevvezeliqandina parçeyan zor bi spasî bi emanet li ba me li Brîtanyayê ye. Ev dilovaniyeke mezin a Rêveberiya Şûnwarên Kurdistana Îraqê ye ku bi emanet daye me. Erê, eşkere ye ku ev ji Kurdistana Îraqê hatiye û dê vegere Kurdistana Îraqê.

Rûdaw: Bi dîtina te, vedîtina Şaneder Z dê çi beşdariyeke zanistî li têgihîştina me ya jiyana Neanderthalan li Kurdistanê zêde bike?

Emma Pomeroy: Bi rastî, dîtina vî qoqê serî gelek derfetan li pêş zanîna jiyana Neanderthal li vê deverê vedike. Ew jin diçe bal 10 Neanderthalên ku salên 1950î di şikeftê de hatin dîtin. Em zafî bextewar in ku vêga ew hemî teknîkên me yên zanistî hene ku wê heyamê nebûn û em dikarin wan ji bo têgihîştina bêtir li ser wê jinê bi kar bînin.

Em hêvîdar in ku celebê xwarinên ku dixwarin bibînin, em bizanin gelo ew di şikeftê de ji dayik bûye yan ji cihekî din hatiye, herwisa em celebê çalakiyên ku rojane dikirin zanibin. Herwiha em hewl didin bizanin dema miriye çend salî bû.

Herwiha agahiyên li ser tenduristiya wê, wekî nimûne, em bizanin tenduristiya diranên wê çawa bû çimkî berî bimire hin diranên wê ketibûn. Em dizanin ku di movikên stûyê wê de kulbûn hebû. Loma gelek agahî hene ku em dikarin li ser wê zanibin.

Rûdaw: Ji bilî vedîtina Şaneder Zyê ya ji aliyê tîma we ve û vedîtinên berê ji aliyê Ralph Slokey ve li Şanederê, gelo bi dîtina te, di Şikefta Şanederê de cihên din ên balkêş hene ku lêgerînên zêdetir li wan bên kirin û şûnwar li wan bêne dîtin?

Emma Pomeroy: Bê guman. Şikefta Şanederê cihekî şûnwarî yê pir dewlemend û girîng e. Hin çîn lê hene ku vedigerin berî zêdetirî 100 hezar salî. Seranserê wê demê heta vê dawiyê şûnwara herî girîng der barê bermahiyên Neanderthalan de ew e ku me vedîtiye, li gel hin bermahiyên cotkarên herî kevnar ên deverê.

Wekî min got, me rêzeke şûnwarnasî bi dest xist ku di tevahiya wan deman de derbas dibe û derfetên girîng dide me ku em li gorî serdemê guherîna seqayê û bandora wê li ser merivên ku şikeft bi kar dianîn, fêm bikin.

Herwisa em tiştên mîna veguherîna ji mirovê Neanderthal heya hatina mirovên hevdem fêm bikin. Îcar pirsa herî girîng a şûnwarzaniyê ev e: Ew veguherîn çawa bû? Ma mirovên hevdem tenê şûna Neanderthalan girt an jî dema şikeft bi kar anîn celebek reftar û têkilî di navbera wan de hebû? Lewra, di Şikefta Şanederê de gelek tişt hene ku em zanibin û cihekî şûnwarî yê zafî girîng e.

Rûdaw: Bi dîtina te, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyên nû yên lêgerîna zêdetir li Şikefta Şanederê pêk bîne? Ma tu vê yekê pêşniyar dikî?

Emma Pomeroy: Rastî ev e ku di vê kêliyê de projeya ku ez beşdarî dibim hîn jî didome. Destûreke me ya din heye ku em heya çend salên din projeyê berdewam bikin û em zafî ji nêzîk ve li gel Rêveberiya Şûnwarên Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Şûnwarên Rêveberiya Soranê kar dikin ji bo ku em lêgerînên xwe bidomînin.

Rûdaw: Li gorî vedîtinên we, bi dîtina te, jiyana merivên Neanderthal li Kurdistanê çiqasî domandiye?

Emma Pomeroy: Em hîn jî zêdetir dixebitin ji bo ku em bi rastî û hûrbînî bizanin kengî Neanderthal li vê herêma Kurdistanê ji jiyanê rawestiyane lê wer dixuye ku dibe ku heta berî 45 hezar salan li wir bûn û paşê nêzîkî wê serdemê mirovên hevçax ketibin dewsa Neanderthalan.

Rûdaw: Bi dîtina te, Neanderthal li Kurdistanê bêtir mane û jiyane yan li Kroatyayê?

Emma Pomeroy: Bi rastî zafî zehmet e ku ev were gotin. Yek ji zehmetiyên ku em pê re rû bi rû bûn ew rê bû ku em bibêjin temenê hin şûnwaran çend e. Ev di destnîşankirina wê demê de ne lap hûrbîn e. Em dizanin ku Neanderthal li vê devera Kurdistanê û li Kroatyayê jî bi nêzîkî di heman demê de ji nav çûn.

Dibe ku pir mîna hev bin. Her çiqasî sînordariya teknîka me ya diyarkirina demê wer dike ku pir dijwar be ku em bi hûrbînî bibêjin çiqasî jiyane yan zêdetir jiyane.

Rûdaw: Di belgefîlma Netflixê ya ku me dîtiye de, tîma we texmîn dike ku dibe ku Şikefta Şanederê goristana Neanderthalan bû ku wan bi vî awayî ew bi kar dianî. Li gorî te, wan ew wekî goristan bi kar aniye yan li wir dijiyan û karûbarên din ên jiyanê tê de dikirin?

Emma Pomeroy: Bi rastî, belgeyên şûnwarî yên ku di destê me de hene, nîşan didin ku wan her du jî li wir dikirin, miriyên xwe li wir veşartine û Şaneder Z yek ji wan kesan e ku li wir hatine veşartin lê bê guman em dikarin wê yekê jî bibînin ku ew li wir dijiyan.

Gelekî nêzîkî cihên ku miriyên xwe lê vedişartin dijiyan. Gelek belgeyên me yên baş hene ji bo tiştên mîna agirdan, bermahiyên xwarinê, hestiyên ajelan û piç û pariyên şewitî yên xwarinên giyayî.

Em dikarin hin amûrên wan ên kevirîn û cihên ku lê hatine çêkirin û tamîrkirin bibînin. Vêca, cihên ku em dikarin van belgeyan lê bibînin cihekî nola cihê rojane ye ku lap li kêleka hestiyepeykeran e. Lewra dibe ku li kêleka agirdanê rûniştibin û karîbin bigihin cihê hestiyepeykeran û destê xwe bidin wan.

Êdî ev pirseke balkêş derbarê têkiliya di navbera sax û miriyan de derdixe holê. Ango heke tu binêrî, neditirsiyan ku pir nêzî miriyên xwe bibin.

Di Şikefta Şanederê de, hem li ser jiyanê û hem jî li ser mirinê belgeyên me hene ku vê yekê jî wer kiriye ku ew pir balkêş be.

Rûdaw: Bi dîtina te, sedema nemana Neanderthalan li Kurdistan û Şanederê çi ye, gelo şerê di navbera wan û merivên jîr de bû yan sedemên din ên avûhewayê bûn?

Emma Pomeroy: Halê hazir, ev yek ji wan mijaran e ku em di eqarê akademîk de bi germî gengeşe dikin. Niha, heta radeyekê, dibe ku em zanibin ku dema ku Neanderthal li Kurdistanê nemane, hevdem li derên din ên cîhanê jî nemane.

Gelo sedem çi ye? Em ne piştrast in lê wer dixuye ku bi derbasbûna demê re Neanderthal di sînorê xwe de ku ji peravên Okyanusa Atlantîkê heya Rûsyayê dirêj dibe, lap bi jinavçûnê re rû bi rû bûne. H

eta radeyekê bi komên biçûk dijiyan. Zarokên wan hebûn, xizmîtiya wan a pir nêzîk nebû û cihêrengiya wan a genetîk nebû ku wer dike ku mirov tenduristtir bin.

Loma wisa dixuye ku hejmara wan kêm bûye, biçûk bûne û wisa li wan hatibe ku li hemberî her guherînekê kêmtir berxwedêr bin.

Bi vê nêrînê, dibe ku sedem hin guhertinên mezin ên keşûhewayê bin wekî ku em dibînin lê dibe ku hatina cureyên me yên merivên hevdem jî bûbe sedem ku li dawiyê ji nav herin ku tiştek bû ku ew li hemberî wî qels bûn.

Rûdaw: Pirseke din ku dibe ku di mejiyê me tevan de derbas bibe, her çiqasî dibe ku em wekî we pir zanistî li ser nefikirin lê dîsa jî ez ê bipirsim: Li gorî te, çend DNAya Neanderthal di me mirovên hevdem de heye?

Emma Pomeroy: Belgeyên ku di destê me de hene pir baş in. Di piraniya merivên ku îro li cîhanê dijîn de, ji sedî 8ê DNAya Neanderthalan heye. Ev ne rêjeyeke mezin e. Ji komeke merivan heya komeke din diguhere û dibe ku ji sedî 1ê heta bi ji sedî 3yan be û dibe ku di hin koman de piçekî zêdetir be.

Ev bi tevahî di navbera takekesan de diguhere. Loma ev tibabeke heya radeyekê kêm e. Wekî min got, ew ji sedî 1ê heta bi ji sedî 3yan e lê balkêş e û hin belgeyên me hene ku têkiliya wan bi tenduristî û hin taybetmendiyên me yên laşî re heye.

Rûdaw: Dr. Emma Pomeroy, Profesor li Zanîngeha Cambridge-ê, zor spas ji bo vê derfetê. Spas ku tu îro bi me re bûyî.

Emma Pomeroy: Zor spas ji bo mêvandariya we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst