Ramazan Tekdemîr: Divê li gorî hejmara xwendekaran mamoste jî bêne tayînkirin

07-05-2024
Abdulselam Akinci
Serokê Şaxa Amedê ya Egitim-Bir-Senê Ramazan Tekdemîr /Wêne: Rûdaw
Serokê Şaxa Amedê ya Egitim-Bir-Senê Ramazan Tekdemîr /Wêne: Rûdaw
Nîşan Ramazan Tekdemîr Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Serokê Şaxa Amedê ya Egitim-Bir-Senê Ramazan Tekdemîr li ser tayînkirina mamosteyên Kurdî got, “Divê li gorî hejmara xwendekaran mamoste jî bên tayînkirin.”

Herwiha Ramazan Tekdemîr diyar kir, “Zêdetirî 1500 mamostayên Kurdî li benda tayînê ne û tayînkirina tenê 10 mamosteyan ji bo Kurdî, nîşan dide ku di vê mijarê de hinek astengî hene.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê biryar da ku 20 hezar mamoste bên tayînkirin lê tenê 10 ji wan mamosteyên Kurdî ne.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn, bername û plana tayînkirina 20 hezar mamosteyî ragihand.

Ji 20 hezar mamosteyî tenê 6 mamoste yên Kurmancî û 4 mamoste jî yên Kirmanckî (Zazakî) ne.

Li hêla din, ji bo Almanî 288, ji bo Erebî 262 û ji bo Îngilîzî jî 968 kontenjan hatine veqetandin.

Li gel ku gelek nerazîbûn û îtiraz hene jî Hikûmeta Tirkiyeyê her sal kontenjaneke gelekî kêm ji bo mamosteyên Kurdî vediqetîne.

Serokê Şaxa Amedê ya Egitim-Bir-Senê Ramazan Tekdemîr li ser tayînkirina mamosteyan bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci da.

Rûdaw: Tayînkirina 20 hezar mamosteyan bi dilê we ye? Bes e gelo?

Ramazan Tekdemîr: Helbet em li bendê nebûn ku 20 hezar mamoste bên tayînkirin. Ragihandina vê hejmarê û diyarkirina roja serlêdanê, ji bo kêmkirina dilgiraniya li ser wê pêvajoyê girîng bû. Em ji niha ve serkeftinê bo wan hevalên xwe dixwazin ku wê cîhê xwe di vê proseyê de bigirin.

Tayînkirina 20 hezar mamosteyan, hejmareke kêm e û li gel hejmara wan mamosteyên ku li benda tayînînê ne re hevdû nagire.

Di demekê de ku bi sed hezaran mamosteyên derçûyî hene û valatiyeke ev qasî mezin a mamosteyan heye li vî welatî, tayînkirina tenê 20 hezar mamosteyan helbet gelekî kêm e.

Rûdaw: Bi ya we çend mamoste bihatana tayînkirin dê bi dilê we bûya?

Ramazan Tekdemîr: Eger herî kêm 40 hezar mamoste hatiba tayînkirin, dê hinekî ev dilgiraniya li ser pêvajoya tayînkirinê kêm kiriba. Her wiha wê valatiyeke baş a mamosteyan jî bi vê hejmarê bihata dagirtin.

Dê ji bo pêvajoya tayînkirina mamosteyan jî gelekî baş ba. Jixwe mamoste jî li bendê bûn ku zêdetir ji 40 hezar mamosteyî bên tayînkirin.

Rûdaw: Ji van 20 hezar mamosteyan ku hatine tayînkirin tenê 10 heb ji bo Kurdî hatine tayînkirin. Ev hejmar bi dilê we ye?

Ramazan Tekdemîr: Di demekê de ku li sê zanîngehan beşên Kurdî hene û salane derçûyên wan hene û zêdetir ji hezar û 500 mamosteyî li benda tayînê ne, tayînkirina tenê 10 mamosteyên Kurdî ku 6 ji wan ji bo Kurmancî û 4 ji wan jî ji bo Zazakî, helbet gelekî kêm e.

Zêdetir ji 5 hezar kesan ji bo waneyên Kurmancî û Zazakî serlêdan kiribû, ji 5 hezar kesan zêdetir xwendekaran ji bo dersa nemecbûrî serlêdan kiribû, lewra ev hejmar têra vê jî nake.

Divê em vê yekê bi awayekî rasteqîn bibêjin, eger ku em rêzê li bijartina dersa bijarde ya Kurdî digirin, eger ku xwendina vê dersa bijarde ji bo me girîng be, wê demê divê em li gorî wê hejmarê jî mamosteyan tayînkirin. 

Tayînkirina tenê 10 mamosteyan ji bo zimanê Kurdî, nîşan dide ku di vê mijarê de hinek astengî û kelem hene.

Di demekê de ku mafekî wiha ya xweşik hatiye dayîn, di serdema hikûmetên AKPyê de mafekî wiha ya baş hatiye dayîn, di derbarê xwendina bi zaravayên Kurmancî û Zazakî de ku pêngaveke ev qasî girîng hatiye avêtin, diviyabû bi aqil û helwesteke baş jî pêngavên temamkirin û berdewamkirina vê pêvajoyê jî bihatana avêtin.

Rûdaw: Rexneyên we li Wezareta Perwerdeyê ne, hûn dibêjin madem mafekî wisa heye çima hewqas hindik mamosteyên Kurdî tayîn dikin, ne wisa?

Ramazan Tekdemîr: Belê niha zêdetir ji 25 hezar xwendevanan dersa nemecbûrî ya Kurdî hilbijartiye.

Tenê li Amedê 5250 xwendevanan dersa Kurdî hilbijartiye. Dema ku em vê hejmarê li gel rêjeya tayînkirinê ya giştî Tirkiyeyê bidin ber hev, em dibînin ku kêmasiyeke gelekî mezin heye. Divê ev bê sererastkirin. Ango divê ev feraset bê guhertin.

Divê li gorî hejmara xwendevanan, mamoste jî bên tayînkirin. Lewra pêwîst e Wezareta Perwerdê û berpirsên wê wezaretê di vî warî de pêngavên pêwîst bavêjin. Divê piştî diyarbûna hejmara xwendekaran, li gorî wê hejmara mamosteyan bên tayînkirin.

Rûdaw: Eger Wezareta Perwerdeyê bixwaze dikare vê meseleyê çareser bike? Yanî ew 10 mamosteyên hatine tayînkirin hejmara wan zêde bike?

Ramazan Tekdemîr: Belê, her tim dikarin vê yekê bikin, dikarin hejmarê zêde bikin. Hejmareke din a mamosteyan dikarin tayîn bikin û xwe bigihînin wê hejmara pêwîst ku li gorî hejmara zarokan be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst