Nûnerê Almanyayê yê Sûriyeyê: Divê Sûriye yekgirtî bimîne

01-05-2024
Zinar Şîno
Stefan Schneck / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Stefan Schneck / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Almanya Sûriye Rojavayê Kurdistanê Penaber
A+ A-

Nûnerê Almanyayê yê Sûriyeyê Stefan Schneck diyar kir ku divê Sûriye yekgirtî be û ew bi yekparçeyiya axa Sûriyeyê re ne.

Stefan Schneck li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê got:

“Em eşkere dikin ku divê Sûriye yekgirtî bimîne. Tevahiya Sûriyeyê erka me ya siyasî ye.”

Stefan Schneck behsa rewşa Kampa Holê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser jî kir û anî ziman:

“Ji bo vegerandina xelkê xebatên li ser asta civaka navneteweyî hene. Ji ber vê yekê ev tiştekî rast e.

Di vê mijarê de hevkariyeke baş a Almanyayê bi hevkarên xwe re hebû.

Em wan pir teqdîr dikin û ev girîng e, ji ber ku Kampa Holê di heman demê de xemeke ewlehî û mirovahiyê ye.”

Yekîtiya Ewropayê Li Brukselê 8emîn Konferansa Paşeroja Sûriyeyê li dar xist.

Di konferansê de hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl ên Kurdan û berpirsên û balyozên gelek welatan ê Sûriyeyê beşdarî konferansê bûn.

Nûnerê Almanyayê yê Sûriyeyê Stefan Schneck jî yek ji wan beşdaran bû.

Stefan Schnek li ser rewşa niha û siberoja Sûriyeyê ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re axivî.

Rûdaw: Birêz Stefan, gelek spas ji bo ku hûn li gel me ne. Em bi roja diyalogê ya konferansê dest pê bikin. Çima ewqas girîng e ku Almanya û welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê guh didin hemû nûnerên civaka sivîl.

Stefan Schneck: Li gorî min sedema vê hevdîtinê du alî ye. Ya yekem ew e ku Sûriyeyê di bernameyê de bimîne. Sûriye yek ji trajediyên herî mezin ên mirovahiyê ye, êşeke mirovahiyê ya bêhempa ye û divê em wê di rojeva siyasî de bihêlin. Tişta ku em ji hejmareke zêde ya nûnerên hemû welatên Ewropayê dibînin ew e ku hîn jî eleqeyeke mezin li Ewropayê li ser Sûriyeyê heye û helbet ji bo çareserî û piştgiriya gelan jî berdewam dike.

Ya duyemîn jî ya ku we behs kir, li ser diyaloga bi gel re ye. Ji aliyê min ve, pir girîng e ku berî her tiştî guh bidin analîzan û herwiha dîtina hemû kesên ku çalak in ku hêviya xwe winda nekirine.

Rewş pir xerab e lê mirov di karê me yê rojane de hêviyê didin me û ev tiştekî erênî ye ku ez bi xwe re vedigerînim Berlînê.

Siyaseta me du alî ye

Rûdaw: Hûn dikarin behsa helwesta niha ya Almanyayê ya li ser Sûriyeyê bikin û Almanya li kîjan û di çi waran de beşdarî pirsa Sûriyeyê dibe?

Stefan Schneck: Bi baweriya min siyaseta me du alî ye. Ji aliyekî ve em tekez dikin ku tenê çareserî siyasî ye û biryara 2.254an heye. Ji ber vê yekê em bi tundî bi helwesta YEyê re ne li ser sê “na” na ji asayîkirinê re û ji rakirina ambargoyê re.

Di heman demê de ku proseya siyasî niha di rawestanê de ye, em ji bo piştevaniya xelkê kar dikin. Ji ber vê yekê Almanya salane milyarek dolar alîkariya rasterast dide gelê Sûriyeyê.

Li bakurrojava, li bakurrojhilat û herwiha li herêmên din ên di bin kontrola rejîmê de. Ew dê li her herêmê bi qasî 100 mîlyon dolaran be. Ev jî xwe dispêre valahiya destwerdanê ya ku rejîmên heyî didin me. Ji ber vê yekê eger derfet hebe, wê demê em dê gelek caran li başbûneke zû bigerin, wekî mînak bi rêya sindoqa Baweriya Vegerandina Sûriyeyê.

Lê belê eger rejîmên li wir qada me sînordar bikin, divê em bertek nîşan bidin. Gelek caran alîkariya me li gorî hewcedariyên me ye lê helbet li ser îhtimala destwerdana berpirsiyariyêye jî. Lewma ev destwerdan ji bo gelê Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê stûna me ya duyemîn e. Ji xeynî çareseriya siyasî pir pêwîst e ji ber ku em dizanin piştgiriya me dê pirsgirêka heyî bi tevahî çareser neke. Tenê dê bibe alîkar ku êşan kêm bike.

Rûdaw: Gelek kes di wê baweriyê de ne ku serdema biryara 2.254ê ya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bûye û gelê Sûriyeyê û rewşa niha pêdiviya xwe bi biryareke nû heye. Dibe ku ev ji bo hikûmeta Şamê ne pir dijwar be. Bi dîtina we ev rêyeke baştir e ji bo avêtina gaveke din di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de yan hîn jî biryareke baş e?

Stefan Schneck: Ev ne di biryarê de ye. Eger biryar biguhere rewş nayê guhertin, ji ber ku ne daxwaza rejîmê ye ku beşdar bibe. Pirsgirêk ev e. Ji ber vê yekê ti têkiliya wê bi rêbazê re tune.

Bi dîtina min Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî karekî mezin dike.

Dîsa hewl dide van rêyan veke wekî pêngavek ji bo avakirina baweriyê lewra ti sedemek ji bo beşdarnebûna rejîmê nemaye û em hemû daxwaz ji rejîmê dikin ku çareseriya siyas divê dawî li maseya danûstandinan vegere û bingeheke baş dibe ji bo beşdariyê.

Divê Sûriye yekgirtî bimîne

Rûdaw: Kurdên Sûriyeyê carinan wisa difikirin ku ne girêdayî tevahiya pirsgirêka Sûriyeyê ne, ji bo Yekîtiya Ewropayê û ji bo Almanyayê. Kurd wekî beşek ji proseya siyasî di paşeroja Sûriyeyê de ku yekane neteweya Sûriyeyê ye. Gelo pirsgirêka Kurd di çarçoveya pirsgirêka Sûriyeyê de dikare were çareserkirin?

Stefan Schneck: Em eşkere dikin ku divê Sûriye yekgirtî bimîne. Tevahiya Sûriyeyê erka me ya siyasî ye. Ez wisa difikirim ku eger hûn nikarin di navbera sazî û sendîkayên cuda yên neteweyî de bikevin diyalogê, hêviyeke zêde ya çareseriyekê li ser asteke mezin nemaye, ji ber ku her tişt girêdayî çanda siyasî ya diyalogê ye û min li ser lihevkirinê bihîstiye.

Li Sûriyeyê gelek olên cuda hene. Lewma Sûriye welatê cudahî û dewlemendiyê ye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku vekirina vê dosyayê dê alîkariya me neke, ji ber ku dê pirsgirêka rastîn ji holê rake ku proseyeke siyasî ya bi Şamê re ye ku her kes tê de beşdar dibe û Kurd jî di nav opozisyonê de cih digirin.

Rûdaw: Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bangî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê kir ku zarok û jinên çekdarên berê yên DAIŞê ji Kampa Holê vegerînin. Hewldanek heye ku rojekê ev kamp bi dawî bibe û zarok û jinên biyanî vegerin welatên xwe?

Stefan Schneck: Xebatên berdewam li ser asta civaka navneteweyî hene ji bo vegerandina xelkê xwe. Ji ber vê yekê ev tiştekî rast e. Di vê mijarê de hevkariyeke baş a Almanyayê bi hevkarên xwe re hebû. Em wan pir teqdîr dikin û ev girîng e ji ber ku Kampa Holê di heman demê de xemeke ewlehî û mirovahiyê ye.

Zarok û jinên li wê derê ji rewşa heyî gelekî diêşin. Li aliyê din bi hezaran çekdarên DAIŞê yên berê hene ku divê bên girtin. Ji ber vê yekê Almanya bi çareseriya berfireh a pirsgirêka kampê re ye. Ji ber vê yekê, em bi gelek pere û projeyên gelek balkêş bi rêya rêxistinên sivîl û herwiha bi hevkarên Hikûmeta Îraqê re ji bo vegera berdewam a pêkhateyan wê piştgiriya wê dikin ku ev yek zehmet e lê em bi biryar in ku piştgiriyê bidin wê.

Herwiha em mezintirîn bexşkarê hevpeymaniya li dijî DAIŞê ne. Almanya serkêşê hêza îstiqrarê ye û mezintirîn bexşkar e ku em salê zêdetirî 100 milyon dolaran xerc dikin ku bi berfirehî ji Kampa Holê re tê veqetandin. Tevlîbûna me ya Operasyona Çareseriya Radîkal a Îraqê jî 3 qat e. Niha jî em karekî girîng dikin ji ber ku hîn DAIŞ heye.

Meha borî ew dîsa bihêztir xuyabû. Ji ber vê yekê em dilgiran in û ez girîng dibînim ku hevpeymaniya pirneteweyî ya şerê DAIŞê li astên cuda yên ewlehiya leşkerî, mirovî û siyasî berdewam bike.

Rewşa Kampa Holê ne diyar e

Rûdaw: Hejmara herî zêde ya zarok û jinan a li Kampa Holê ji welatên biyanî ne. Eger hejmarên li ber destên we hebin, çend ji Almanya an ji welatên din ên Ewropayê ne?

Stefan Schneck: Hejmar diguhere ji ber ku rewşa Kampa Holê ne diyar e lê ew hejmareke pir hindik in. Ez bawer im ku hejmara herî mezin ji Çînê ye. Zêdetirî 1000 ji wan ji welatên din ên Asyayê ne. Wekî ku min got, hewildanek domdar heye ku meriv wan kesan bi dest bixe û bi dozên nû re mijûl bibe ku pir girîng e.

Rûdaw: Helwesta we li ser vegera penaberên welatên cîran çi ye? Bi taybetî jî Tirkiyeyê ku hinek ji xelkê Efrîn û Serêkaniyê dibêjin, pêleke guhertina demografiya herêma wan heye.

Stefan Schneck: Em di wê baweriyê de ne ku vegera penaberan mafê penaberiyê ye û karekî rast e. Erka rejîmê ew e ku vê yekê bi cih bike û vegerandina wan li gorî prensîbên UNHCRê yên ewlehî, rûmet û agahdarkirinê be. Ev ne wisa ye. Karê Neteweyên Yekbûyî li ser vê yekê eşkere ye. Rejîm ji me re dibêje ew amade ye penaberan vegerîne lê belê ew li pişt deriyên girtî ne. Diyar e ku ew naxwazin vegerin. Ji ber vê yekê pirsgirêka rast dîsa rejîm e.

Rûdaw: Lê belê herêm di bin kontrola grûpên çekdar de ye. Wekî Efrîn û Sarêkaniyê. Ev yek ji mijarên gotûbêjên li ser asta dîplomatîk e?

Stefan Schneck: Bê guman yek ji prensîban ew e ku divê ev kes vegerin welatê xwe. Mafê wan heye ku vegerin ser axa xwe. Ev prensîbeke pir girîng e.

Rûdaw: Pirsa min a dawî jî ev e, piştî vê nîvasayîbûna pêwendiyên welatên Erebî û hikûmeta Şamê, gelo welatên Yekîtiya Ewropayê û balyozxaneyên wan ên li Şamê jî dê di demeke nêzîk de deriyên xwe vekin?

Stefan Schneck: Bihêle ez bi zelalî rave bikim. 3 nayên me hene, yek ji wan naya asayîkirinê re ye. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ji bo çareseriya berdewam pêvajoyeke siyasî pêwîst e. Lewma em bi wê siyasetê ve girêdayî ne ku di çarçoveya çareseriyê de piştgiriya proseya siyasî bikin. Ji ber vê yekê em li vir in û em pir bi hêvî ne ku demek ji bo çareseriyeke mayînde li Sûriyeyê diyalogê bibînin.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo vê derfetê.

Stefan Schneck: Bi xêr hatin spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst