Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin

58 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Wan Pêşbirka Helbestên Kurdî Zarok Nûbihara Biçûkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo zarokan pêşbirka helbestan hat lidarxistin.

Pêşbirka bi navê “Nûbihara Biçûkan” bi hevkariya Kovara Akademiyê, Enstîtuya Ehmedê Xanî û Nûbiharê hat sazkirin.

Pêşbirka Helbestên Kurdî di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de hat lidarxistin.

Pêşbirk li Hola Konferansan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hat kirin.

Macît Orhan û Cahîde Koçê pêşkêşvaniya bernameyê kir.

151 zarok beşdar bûn

Ji 7 bajaran bi tevahî 151 zarok beşdarî pêşbirkê bûn.

Di encamê de 20 zarok ji nav wan wekî serkeftî hatin destnîşankirin.

Zarokên ji bajarên Wan, Colemêrg, Riha, Êlih, Amed, Sêrt û Bedlîsê derketin ser dikê û helbestên Kurdî xwendin.

Di pêşbirkê de Songul Dînçer bû yekem, Delal Dûman bû duyem û Gul Kaya jî bû sêyem.

Armanca sereke ya bernameyê ew bû ku têkiliya zarokan û wêjeya bi zimanê dayîkê xurt bibe.

Her wiha dihat armanckirin ku eleqeya zarokan a ji bo helbestên Kurdî zêde bibe.

Xelatên curbicur hatin dayîn

Di pêşbirkê de xelatên wekî zêrê çaryek, tablet, saeta jîr û pere dan zarokên serkeftî.

Di bernameyê de dengbêjê navdar Taha Bozdemîr, hunermend Neslîhan Edîş û Şivan Ulaş derketin ser dikê.

Hunermendan bi kilam û stranan zarok û beşdar kêfxweş kirin.

Saziyên ku pêşbirk amade kiriye dixwazin ev pêşbirk salên paşerojê jî xurttir bidome û bibe kevneşopiyek.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst