Şam (Rûdaw) - Li taxên Kurdan ên li Şamê yên wekî Çiyayê Kurdan û Zoravayê, Kurd hewl didin zimanê xwe vejînin ku bi dehan salan qedexe bû.
Piştî guherînên li Sûriyeyê, navendên çand û hunerê tijî bûne.
Ji zarokan heta kal û pîrên 70 salî her kes fêrî alfabeya Kurdî dibe.
Tevî ku Kurdî wekî zimanekî niştimanî hatiye naskirin lê niha daxwaza sereke ya Kurdên Sûriyeyê ew e ku ev ziman bi fermî bikeve nav bernameya xwendinê ya dibistanan.
"Çima ez bi Fransî diaxivim lê bi Kurdî naaxivim?"
Li taxa Çiyayê Kurdan a Şamê nêzîkî 700 hezar Kurdan dijîn.
Ji ber qedexeyên dema borî, gelek Kurd ji zimanê xwe yê dayîkê dûr ketine.
Her çi qas Kurdên vê taxê bi neteweya xwe serbilind bin jî yên ku dikarin bi Kurdî biaxivin li ser tiliyên destan tên hejmartin.
Bedriya Reşwaniya 70 salî yek ji niştecihên vê taxê ye û xewna wê ew bû ku rojekê karibe xwe fêrî Kurdî bike.
Bedriya Reşwaniya ku dixwaze hînî zimanê xwe bibe û derdora xwe jî fêr bike got:
"8 neviyên min hene. Ez bi hêvî me zimanê Kurdî di dibistanan de bê fêrkirin da ku zarok ziman, netewe û bapîrên xwe nas bikin.
Niha temenê min 70 sal e û ez dixwazim fêrî ziman bibim. Çima ez bi Fransî diaxivim lê bi Kurdî naaxivim?”
"Ziman nasname ye"
Li taxa Zoravayê jî Komeleya Osman Sebrî ya Çand û Hunerê hatiye vekirin.
Heftane nêzîkî 200 fêrxwaz serdana komeleyê dikin da ku fêrî ziman, muzîk û stranên Kurdî bibin.
Di waneyên zimanê Kurdî de Kurd û Ereb, zarok û mezin bi hev re beşdar dibin.
Hanî Bedroyê 66 salî tevî temenê xwe yê mezin di waneya ziman de pileya yekem bi dest xist.
Hanî Bedro hestên xwe wiha anîn zimên, “Beriya niha bi 26 salan komele û dibistanên me tunebûn.
Carinan em bi dizî li malan fêr dibûn lê ew jî ne zêde bû. Ev 26 sal in ez hatime Şamê û niha ez 66 salî me.
Ziman dayîk e, ziman nasname ye û ziman ji bo mirovahiyê her tişt e.”
Daxwaza fermîbûnê tê kirin
Piştî rûxîna desthilata berê, navendên çand û hunerê li taxên Kurdan ên li Şamê tên vekirin û bêpere waneyan didin.
Armanca van navendan ew e ku valahiya bi dehan salan dagirin û çanda Kurdî zindî bikin.
Endamê Birêvebiriya Komeleya Osman Sebrî Ebid Îsa li ser xebatên xwe got:
“Em li vê derê zarok û mezinên Kurdan nas dikin û didin naskirin da ku ew çand, huner û dîroka xwe bizanibin û careke din nûjen bikin.”
Li gorî amaran, zimanê Kurdî di rêza heştemîn a zimanên cîhanê de ye.
Tevî ku bi mersûmekê zimanê Kurdî wekî "zimanekî niştimanî" hatiye naskirin, Kurd daxwaz dikin ku zimanê wan bibe zimanekî fermî û bikeve nav mufredata dibistanan.
Di vê çarçoveyê de, Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê jî dest bi amadekirina bernameyên xwendinê yên bi Kurdî kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse