Stenbol (Rûdaw) – Sumer, şaristaniyeke Mezopotamyayê ye ku biqasî 6 hezar sal beriya serdema îro hatiye ava kirin. Xelkê Sumerê li gor şaristaniyên serdema xwe şarezayiyeke gelekî bilind ava kirine û bi saya wê di ziman, wêje, nivîs, matematîk û astronomiyê de pir bi pêşketine. Sumerolog Weysel Donbaz yek ji wan kesên tekane kariye nivîsên taybet ên derbarê Sumeriyan de bixwîne.
Sumeriyan ku dewleteke ji 35 bajaran pêk tê ava kirine, keşfa herî mezin a wê şaristaniyê jî bêguman nivîs bû. Ji ber ku dîrok jî bi nivîsê destpêdike tişta ku herî zêde Sumeriyan bide nasîn jî dê nivîsên wan bin. Navê nivîsa wan jî kunîform bû ku ew bi pênûsên weke bizmaran li ser tabletên ji heriyê dihatin nivîsîn.
Bi hezaran ji wan tabletan xwe gihandine heta roja me lê belê kesên ku karibin vê nivîsa taybet bixwînin gelekî kêm in. Weysel Donbaz jî yek ji wan kesên tekane ye. Ew sumerolocîsteke ku li cîhanê deng daye.
Sumerolog Weysel Donbaz dibêje: “Ez tekane xwendekarê zanîngehê bûm. Roja pêşî me dest bi fêrbûna zimanê Sumerî kir. Di wê beşê de 6 mamoste hebûn. Ji xwe mifteya pirtûkxaneyê dabûn min. Rojane herî kêm 8 demjimêr dixebitîm. Min xwe amade dikir. Ez hînî nivîsa bizmaran ango nivîsa kunîformê dibûm. Min di sefa 3yan de teza xwe nivîsand û piştî sefa 4an jixwe min zanîngehê qedand û wan ez şandim muzexaneyên Arkeolojiyê li Stenbolê. Ango çîroka min bi vî hawî destpêkir. Min wê rojê ev beş nas kir, lê îro ez wek Sumerologekî binavûdeng têm nasîn û ev jî diyariyeke xwedê ye ji bo min.”
Wî bi awayekî akademîk di warê sumerolojiyê de perwerde stendiye û hem li nava welêt û hem jî li derveyî welêt gelek lêkolînên zanistî pêk aniye. Her wiha bi dehan nivîsên wî di kovaran de hatine weşandin. Ne bitenê zimanê Sumerî lê belê ew bi zimanê Akadî, Babilî, Asûrî û Hitîtî jî dizane. Ew hem dikare bixwîne û hem jî dikare binivîsîne.
Weysel Donbaz ji bilî karên xwe yên zanistî xwendekaran jî perwerde dike. Piraniya xwendekarên ku perwerda akademîk distînin ji bo alîkariyê diçin ba wî.
Gelek cûreyên van tabletan hene. Hin ji wan bi Sumerî ne û hin bi Akadî ne. Hin ji wan jî aîdê Asûr a kevn, Babil a naveyn û nû ne. Tabletên Elam û Persan di destê me de nîne. Jixwe ji wan li dinyayê jî hema bêje tineye. Mîsyonerekî bi navê Pedro Del Valle di sala 1414an de li Iraqê rastî van tabletan tê. Li gor wan tabletan wê demê serê kesan 30 lître genim didane xelkê. Her çi jin an mêr be. Heke jin bi zarokekî li ber şîr be 10 lîtreyê din jî lê zêde dikirin. Ji xwe ji genim bêhtir ceh dixwarin. Wê demê bawerim bi destaran genim û ceh dihêran û pê nan û xwarinan çêdikirin.
Nêzîkî 4 hezar sale ku ev ziman nayê bikaranîn. Lê bi saya zanyarên mîna Weysel Donbaz ku ew gelekî kêm û hêja ne zimanê Sumerî ji bo zimanê hemdem û nûjen tê wergerandin. Em jî dibin xwedî wê derfetê ku karibin dîroka wê şaristaniya bêhempa bixwînin û fam bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse