Cengîz Yazgi bi albumeke nû tê: 12 stranên 'diyasporayê'

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Hunermend Cengîz Yazgi /Wêne: Rûdaw
Hunermend Cengîz Yazgi /Wêne: Rûdaw
Nîşan Cengîz Yazgi Album Stran Hunermend
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Hunermend Kurd Cengîz Yazgi di demeke nêzîk de albumeke nû ya ji 12 stranana pêk tê belav dike.

Cengîz Yazgi ku ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye, zêdetir bi rêya bernameya "Kurd Idol" hat naskirin û niha li hemû parçeyên Kurdistanê hezkiriyên wî yên zêde hene.

Vê heftiyê Cengîz Yazgi bû mêvanê bernameya "Diyaspora" ya Tora Medyayî ya Rûdawê.

Hunermendê ciwan ku ev du sal û nîv in li bajarê Berlînê yê Almanyayê dijî, di bernameyê de behsa zehmetiyên jiyana xwe ya li derveyî welêt kir.

Yazgi her wiha di bernameyê de çend stran pêşkêş kirin ku yek ji wan straneke di nav albuma wî ya nû de bû.

Cengîz Yazgi derbarê albuma xwe ya nû de diyar kir ku hemû stran piştî hatina wî ya Berlînê hatine amadekirin û berhemên diyasporayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst