Stenbol (Rûdaw) - Pêşangeha hunermend û derûnnasa Kurd Gulsume Oguz a bi navê "Sirgûniya Bêdawî ya Qehreman" li Stenbolê vebû.
Pêşangeh behsa çîrok, serpêhatî, rêwîtî, koçberî û sirgûniya jinan dike û îlhama xwe ji jinên Êzidî û Rojavayê Kurdistanê digire.
Pêşangeha Gulsume Oguz, piştî navçeya Silopiya Şirnexê û Amedê konê xwe li Stenbolê danî.
Hunermend Gulsume Oguz wekî derûnnas û terapîst, di salên 2014 û 2016an de, li Amed, Riha, Sirûc û Silopiyê li kampên Kurdên Êzidî û koçberên ji Rojavayê Kurdistanê bi awayekî xwebexş kar kiriye.
Pêşangeh îlhama xwe ji trajedî û berxwedana wan jinan werdigire.
Pêşangeh ji nêzîkî 70 berhemên hunera hevçax ku ji peykerên seramîk pêk tên, pêk tê.
Berhemên razber piranî nîşaneya pêsîra jinan, zayîn û zayenda jinan e.
Gulsume Oguz zêdetirî salekê li ser vê projeya xwe xebitiye û bi keda destên xwe ji heriyê ev peyker û berhem çêkirine.
Îlhama pêşangehê
Hunermend û derûnnas Gulsume Oguz li ser armanca pêşangehê ji Rûdawê re axivî û got:
"Ez zêdeyî 15 sal in ku bi kesên îşkencedîtî re, bi kesên ku ji şer reviyane û bûne koçber re dixebitim.
Bi rastî tiştekî gelekî zor e ku mirov dev ji warê xwe û mala xwe berde û berê xwe bide welatekî din.
Ji ber ku êdî mirov li welatekî din dest bi jiyaneke nû dike. Ji loma jî min ji vê îlham girt û navê pêşangehê kir 'qehreman'."
Oguz dibêje, "Hestên me li ser singan e, têkiliya dayik û bebikê jî bi sing dest pê dike, mirov wîjdan û hezkirinê jî ji singa dayîka xwe digire."
Çîroka jinên Kurd
Hunermend balê dikişîne ser wêrekiya jinên Kurd û dibêje:
"Tevî hemû şer û êrişan jî, tevî ku gelek tişt tên serê wan jî dîsa jinên Kurd wêrek in. Divê mirov behsa wan tevan bike.
Ew çîrok û berxwedana jinan min bi kîjan zimanî jî bigota têr nedikir, loma min hewl da ku ez bi rêya hunerê çîroka wan vebêjim. Herî û seramîk jî bûn ziman."
Pêşangeha ku 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an li salona Aynali Geçitê ya Stenbolê vebû ji aliyê hunerhezan ve balkêş tê dîtin.
Hunerhez Elina Doganê jî got, "Bi rastî jî pêşangeheke pir xweş e.
Ev pêşangeh behsa hêza jinan, behsa çavkaniya jiyanê ya jinan dike. Her tişt bi jinê dest pê dike."
Ji Silopiyê ber bi Lalişê ve
Ji ber ku Kurdên Êzidî, piştî êriş û komkujiyên DAIŞê yên li Şingalê pêşî di Deriyê Sînorî yê Xabûrê re derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn, hunermendê jî ev pêşangeha xwe çiriya paşîn a îsal pêşî li Silopiyê vekiribû.
Rawestgeha duyem a pêşangehê jî Amed bû.
Gulsume Oguz diyar kir ku ew dixwaze pêşangehê li cihan bigerîne û got:
"Pêsîr destpêka jiyanê ye. Dema mirov tê dinê pêşî xwe bi pêsîra diya xwe ve girê dide. Pêsîr jiyanê dide mirovan.
Bi vê pêşangehê min xwest ez behsa koçberî û sirgûniyê bikim. Ji loma jî ez dixwazim ev pêşangeh jî koç bike.
Her wiha ez dixwazim hêza jinên Kurd jî nîşan bidim. Em jin dikarin her tiştê baş û qenc bikin."
Hunermend Gulsume Oguz, li ser şopa koç û sirgûniya jinên Êzidî, dixwaze pêşangeha xwe bajar bi bajar, welat bi welat bigerîne.
Gulsume Oguz plan dike ku piştî Stenbolê pêşangehê bibe Almanyayê ku hejmareke zêde ya Êzidiyan lê dijîn.
Piştî Almanyayê jî hunermenda Kurd dixwaze pêşangeha xwe bibe Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û Lalişa Nûranî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse