کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çand û Huner

Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ dê mehekê li Hewlêrê were nîşandan

Peyam Serbest

Peyam Serbest

16-06-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyam Serbest peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye.
Beşdarî kursa rahênanê ya karê rojnamevanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji bo cara yekem li Rûdawê di Berfanbara 2018an de dest bi karê rojnamevanî kir.

Peyam Serbest
Peyam Serbest16-06-2022

Peyam Serbest peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye.
Beşdarî kursa rahênanê ya karê rojnamevanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji bo cara yekem li Rûdawê di Berfanbara 2018an de dest bi karê rojnamevanî kir.

Nûçeyên Têkildar

Pirtûka wêneyan a Hesen Mela li Almanyayê 'Xelata Zîvîn' stand
Çand û Huner22-11-2026

Pirtûka wêneyan a Hesen Mela li Almanyayê 'Xelata Zîvîn' stand

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin
Çand û Huner21-11-2026

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir
Çand û Huner21-11-2026

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir

Hewlêr (Rûdaw) – Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ piştî Silêmaniyê dê li Hewlêrê jî mehekê derkeve pêşberî hezkiriyên şanoya Kurdî. Hat diyarkirin ku şano dê mehekê her roj di saet 18:00an de li Hola Medyayê bê nîşandan. Derhêneriya şanoyê Şiwan Kerîm û Soran Osman dikin û Rêşan Hemo yê ku bi eslê xwe ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye jî di şanoyê de rola sereke dilîze.

Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ piştî Silêmaniyê roja Çarşamê 15ê Hezîrana 2022an li Hewlêrê dest bi nîşandanê kir û dê mehekê derkeve pêşberî temaşevanan.

Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ berî niha 55 rojan li bajarê Silêmaniyê hatibû nîşandan û zêdetirî 26 hezar temaşevanên wê hebûn.

Derhênerê ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ Şiwan Kerîm got, "Pir pir xweş, pir germ bû, temaşevan pir xweşik in, ew hêjayî karên baş û xweş in, xebatkar jî gelekî westiyan van çend rojan, gelekî spas ji bo vê germiyê. Hêvîdar im ku nîşandan di rojên pêş de jî berdewam be û hêvîdar im nîşandan dirêjtir be."

Nîşandana şanoyê ya li Hewlêrê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê kirin. ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ behsa çîroka Babloyê dewlemend û navdar dike û çîroka keça wî û şofêrê wî yê taybet vedibêje.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî di nav temaşevanan de bû û li ser şanoyê anî ziman, “Beriya her tiştî ez bixêrhatina wan dikim, îro li Hewlêrê yekem roja nîşandana şanoyê bû. Dema wê dirêj bû lê ewqasî xweş bû ku meriv digot qey hîn dest pê nekiriye. Ez bi germî destxweşiyê li wan dikim, bi rastî tiştekî gelekî xweş pêşkêş kirin.”

Temaşevanê şanoyê Bîlal Şakir jî got, “Vê şanoyê ruhekî nû da şanoya Kurdistanê, bi rastî karekî taybet e. Bi raya min divê her Kurdek vê şanoyê bibîne û bawer bikin ku poşman nabin.”

Di şanoya 100 xulekî de Rêşan Hemo, Rûbar Xalid, Soran Ekrem, Tahir Ebdulwahîd, Henar Kameran û hejmarek şanogerên din dilîzin.

Rêşan Hemo yê ku bi eslê xwe ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye û di şanoyê de rola sereke dilîze hestên xwe anî ziman, “Min hest kir ku temaşevan ji ew ê ku hêvî dikir zêdetir bû. Ez gelek kêfxweş bûm ku her kesî yek bi yek bi me re têkilî danîn, her çend roja me ya yekem bû jî gelekî dilxweş im ku bajarê Hewlêrê bi vê şêweyê pêşwaziya şanoyê kirin.”

Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ dê li Kerkûk, Duhok û Almanyayê jî were pêşkêşkirin.

Pirsên