Hewlêr (Rûdaw) - Fîlmê “Eger Jinek Te Bikuje, Tu Naçî Bihuştê” yê ku derhênerê Kurd Helkewt Mistefa nivîsandiye û derhêneriya wî kiriye, Xelata Azadiyê ya Cîhanê ya Ukraynayê bi dest xist.
Xelat êvara 20ê Çiriya Paşîn li Tallinna paytexta Estonyayê di Festîvala Fîlman a Şevên Reş (PÖFF) de, di merasîmeke bi beşdariya hunermend û sînemakarên ji welatên cuda de pêşkêşî Helkewt Mistefa hat kirin.
Xelata ku di warê mafên mirovan de tê dayîn, ji aliyê Enstîtuya Fîlman a Ukraynayê ve hat avakirin û bi hevkariya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Odessayê ji xwediyên xwe re hat dayîn.
Xelat ji parçeyên çekên Rûsî hatiye çêkirin
Serokê Enstîtuya Fîlman a Ukraynayê Andriy Osipov dema ku xelat dida Helkewt Mistefa daxuyaniyên balkêş dan.
Osipov diyar kir ku xelat bi helandina parçeyên wan çekan hatiye amadekirin ku Rûsyayê li Ukraynayê ji bo kuştina sivîlan bi kar anîne û got:
“Ev xelat ji parçeyên wan çekan hat çêkirin ku Rûsyayê li Ukraynayê ji bo kuştina mirovan bi kar anîne.
Me parçeyên van çekan helandin û Xelata Azadiyê ya Cîhanê çêkir.”
Osipov da zanîn ku xelat ji bo wî fîlmî hatiye dayîn ê ku çîroka jinekê vedibêje ku ji bo mayîna li jiyanê ji serî heta dawiyê bi tena serê xwe têdikoşe.
Wî her wiha spasiya hemû kesên ku di çêkirina fîlmî de ked daye kir.
Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir
Senarîst û derhênerê fîlmî Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî wan jinan kir ku ji bo azadî û mafên xwe yên jiyanê têdikoşin.
Mistefa di axaftina xwe ya di merasîmê de wiha got:
“Ez vê xelatê diyarî hemû jinên cîhanê dikim ku ji bo azadiya xwe û mayîna di jiyanê de têdikoşin.
Her wiha ez vê xelatê diyarî wan jinên Kurd dikim ku li hemberî tariya DAIŞê serî netewandine.”
Fîlm çîroka jineke Pêşmerge ya li Mûsilê vedibêje
Fîlmê “Eger Jinek Te Bikuje, Tu Naçî Bihuştê” qala çîroka jineke Pêşmerge dike ku ji Norwecê vedigere Mûsilê.
Ew jina Pêşmerge ya ku nîşangir e, ji bo ku xwişka xwe ya biçûk rizgar bike bi dizî dikeve herêma di bin kontrola DAIŞê de.
Helkewt Mistefa senaryoya fîlmî amade kiriye ku Avan Cemal tê de rola sereke dilîze.
Wî di dema xebatên fîlmî de bi gelek jinên Pêşmerge re jî hevdîtin kirine ku li dijî DAIŞê şer kiriye.
Li Venedîkê promiyera xwe kir û bû namzedê Oscarê
Fîlm 7ê Îlona 2026an li Festîvala Fîlman a Venedîkê promiyera xwe ya cîhanî kir.
Berhema ku piştre li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Skopjeyê Xelata Fîlmê Herî Baş wergirt, wekî namzedê Îraqê yê ji bo Xelatên Oscarê jî hat hilbijartin.



