Romana Demirtaş li Başûrê Kurdistanê bo Kurdî tê wergerandin

21-01-2020
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Leylan Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sêyemîn pirtûk û yekem romana hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku niha li Edirneyê girtîgehê de ye, hat belavkirin. Ew pirtûka Demîrtaş niha li Başûrê Kurdistanê bo Kurdî tê wergerandin.

Nivîskar û wergerê Kurd, Ferhad Çomanî ji Rûdawê re ragihand ku ku ew niha romana Selahattin Demirtaş a herî dawiyê ya bi navê “Leylan” bo zaravaya Soranî ya Kurdî werdigerîne.

Ferhad Çomanî got: “Min weke wergerê pirtûkên Selahattin Demirtaş dest bi wergera sêyemîn pirtûka wî kiriye. Demîrtaş di pirtûkên pêştir de ku di girtîgehê de nivîsandine nîşan da ku xwedî pênûseke bihêz û kemilî ye. Niha jî bi nivîsandina romaneke dirêj jî dubare me matmayî dike.”

Derbarê romana Demirtaş de Çomanî dibêje: “22yê vê mehê ji aliyê Weşanxaneya Dipnotê ve tê belavkirin û digihêje li ber destê xwîneran. Pirtûk ji 300 rûpelan pêk tê. Naveroka vê romanê jî weke çîrokên pêştir nivîsandî, nexweşiyên xelkê. Bêdadweriya sistema dadê û çespandina li ser pêkhateyên li Tirkiyê ye. Min dest bi wergera wê kiriye û hêvî dikim di heyameke zûde biqede.”

Çomanî pêştir pirtûkên Demirtaş ên bi navê “Seher” û “Dewran” kirine Kurdî û pêşwaziyeke baş li wan hatine kirin û di herdu pêşangehên pirtûkan a Sine û Hewlêrê de pirtûkên herî zêde hatibû firotin bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst