Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Çandê ya Alman û Kurdan (Deutsch-Kurdischen-Kulturinstitut) piştî belavkirina Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dijîtal, hunermend Cewad Merwanî weke nota, gotin û analîzên wan stranan di çar cîldan de weke pirtûk ligel DVDyekê belav kir. Cewad Merwanî herwiha da zanîn ku wan zêdeyî 42 stranên Kurdî berhev kirine.
Lêkolînerê û hunermedê Kurd Cewad Merwanî ji Rûdawê re bû mêvana bernameya Rûdawê ya bi navê “Diaspora” ku Hemîn Ebdullah pêkeş dike bû û behsa xebat û projeyên xwe kir.
Cewad Merwanî diyar kir ku nêzîkî 1000 Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê piştî xebateke berfirh ligel tîmekê weke deng, nota û analîz di çar cildan û DVDyekê de kom kiriye û belav kirine got: “Ez spasiya kesên ku keda wan têde derbas bûye Veysî Varlî, Şiyar, Ewran, Feysel û masmote Servet spasiya wan dikim. Ez dixwazim vê berhêmê li gelê Kurdî pîroz bikim. Mamoste Şiyar, Ewran û Feysel notayên stranan derxistin. Mamoste Veysel hem stran analîz kirin û hem jî kontrola notayan kir. Deşîfrekirina destpêkê ya gotin û deng min amade kir.”
Li ser pirsa “çima Stranên Radyoya Erîvanê?” Merwanî wiha got: “Radyoya Erîvanê sala 1955ê hat avakirin. Ev Radyo tevî ku li Erîvanê derketiye, lê bandora xwe taybetî li ser Bakur hebûye û piştre jî li perçeyên din ên Kurdistanê hebûye. Sedema vê yekê jî zêdetir Kurdên bakur koçberî wê derê bûne û ligel xwe hest û çanda xwe jî birîne. Radyoyeke bihêz bû û heta li Rojavaje dihat guhdarkirin.”
Merwanî da zanîn ku ew di sala 1995ê de çûye Erîvanê û li wê derê bûye mêvanê Reşidê Baso, Dilovan, Egîdê Cimo, Diyana Wekîl ve Karapêtê Xaço û ew bejna xwe li ber keda wan ditewîne û got: “Li wê derê çanda ti kesê nehatiye qedexekirin. Îro li Iraq, Îran û Bakur nahêlin ti kes bi Kurdî biaxivin, lê li wê derê tiştek bi vî rengî nebûye. Heta ku eger Kurd li cihekê kom bina dê ji aliyê wan ve weke welatekê jî bihatan qebûlkirin, lê Kurd perçe perçe bûn. Kurdên wê derê her çend zimanan bizanin jî dema diçin mala xwe ew bi Kurdî diaxivin û wan çanda xwe parastiye.”
Derbarê xebatên xwe de Cewad Merwanî eşkere kir ku tenê xebatên wan Stranên Radyoya Erîvanê nebûne, herwiha ji her perçeyên Kurdistanê zêdeyî 42 hezar stranên Kurdî berhevkirinê û ew parastine.
Lêkolînerê Kurd destnîşan kir ku ew dê 9ê Tabaxa 2020an li Almanyayê danîsana vê berhema xwe bikin û got: “
Li ser projeya xwe nû jî Cewad Marzanî da zanîn ku ew amadekeriya berhevkirin û çapkirina stranên dengbêjên Serhedê û stranên Radyoya Bexdayê dikin û çend projeyên wan ên din jî hene weke lêkolînan li ser stranên Amed, Mêrdîn, Rojavayê Kurdistanê û yên herêmên din bikin.
Merwanî herwiha daxwaz ji gelê Kurd kir ku xwedî li çand û stranên xwe derbikevin û got ku di wan stranan gelek çîrokên balkêş hene pirtûk û fîlmên jî dikarin li ser bêne amadekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse