Şivan Perwer stranek li ser Kobanî belav kir

27-01-2020
RÛDAW
Hunermendê Kurd ê navdar, Şivan Perwer
Hunermendê Kurd ê navdar, Şivan Perwer
Nîşan Şivan Perwer Kobanî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêncemîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî ji destê rêxistina DAIŞê, hunermendê Kurd Şivan Perwer stranek li ser Kobanî belav kir.

Pênc salan berî niha û piştî derdora 4 mehan ji şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên rêxistina DAIŞê li aliyekê û şervanên YPGê û Pêşmergeyên Kurdistanê li aliyê din de, bi piştgiriya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, bajarê Kobanî di roja 26ê Çileyê  2015an de, ji DAIŞê hatibû rizgarkirin.

Bi boneya 5mîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî ji rêxistina DAIŞê, hunermendê Kurd ê navdar Şivan Perwer, stranek li ser Kobanî belav kiriye.

Şivan Perwer vîdeoya vê strana li ser Kobanî li facebooka xwe belav kiriye.

Hunermend Şivan Perwer hunermendekî mezin û navdarê Kurdistanê ye, ku bi stranên xwe yên şoreşgerî tê naskirin. Şivan Perwer xelkê navçeya Sîverikê (Girê Sor) ya parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ye.

Şivan Perwer ji salên 80î ve li Kobanî bi navê Şivano tê binavkirin hezkirin, û heta niha jî wêneyên wî wek tabloyên bi morikan çêkirî û perwazkirî li malên Kobanî hene.

Tora Medyayî ya Rûdaw jî, yekemîn dezgeha ragihandinê bû, ku nûçeya rizgarkirina Kobanî ji DAIŞê, ji milletê Kurd û Kurdistaniyan, û ji cîhanê re ragihandibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst