Mizgîniyek Nazdar Cizîrî ji dildarên wê re heye

01-08-2018
RÛDAW
Nîşan Hunermed Kurd Nazdar Cizîrî Rabîn Albûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermed Nazdar Cizîrî piştî demek dûr û dirêj amadekariya derxistina albûmeke nû dike. Hunermeda Kurd niha mijûlê albûmek ku 12 stranan pêk tê dibe.

 

Nazdar Cizîrî piştî ku ligel hunermed Rabîn re zewicî li Başûrê Kurdistanê niştecih bûye.Cizîrî di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de behsa jiyana xwe ya taybet û albûma li ser dixebite kir.

 

Nazdar Cizîrî bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Tu piştî çend salan bi albûmeke nû vedigerî, çima albûma nû ev qas dereng ma?

  

Rewşa siyasî û aborî û şerê ligel DAIŞê û qurbanîdanên Kurdistanê bandor li karê me yê hunerî jî kir. Ji ber vê yekê kareke min ê hunerî yan jî amadekariya albûmeke nû nebû.

 

Ev dê bibe albûma we ya 5emîn, çi ciyawazên vê albûmê ji yên berê hene?

 

Bêguman vê albûmê dê ciyawazên xwe ji yên pêştir hebin. Di vê albûmê de dê sistiema dengek gelek paqij û biqalit hebe. Di albûmên berê de tenê yek strana min bixwe hebûn, lê di vê albûma nû de 4 stranên min bixwe ne, yanî muzik û gotin ji aliyê min ve ne. Herwiha ligel straneke tekno-pop û stranke pop dê stranekê niştîmanî ku me stîla arabesk, slow û senfonî têkel kiriye jê dê hebe.


Min vê care ligel çend helbestvan û muzikjênan kar kir. Min straneke hunermedê nemir Mihemed Tayip Tahîr jî gotiye. Herwiha min stranekê Ebduqadir Zaxoyî jî gotiye. Di heman demê de Yûsif Remazan jî straneke Kurmancî û yek Soranî yên xwe dane min. Min helbesteke Erdewan Biradostî kiriye stran. Bêguman stranên me yên folklorik jî dê hebin. Ez folklorê wekî bingeha hunera Kurdî dibînim. Ciwaniya hunera Kurdî jî ji folklorê tê.


Di albûma nû de çend stran dê hebin? 


Piştî xebatên dûr û dirêj me ji nav 30-40 stran 12 hilbijartin. Di albûma min a bi nave Lilyoyê de strana min a bi nave Min Beriya Te Kiriye gelek hat ecibandin lewma min biryar da ku ez di albûma nû de hejmara stranên min bixwe çêkirine zêde bikim. Her dîsa di vê albûmê de straneke me ya govendê dê hebe daku xelkê me li şûna stranên Farsî û Erebî wê bikar bînin.

 

Hevjînê te Rabîn jî wekî te hunermedekî jîr e. Çima we heta niha bi hev re ti stran negotine?

 

Di albûma nû de me dê bi hev re stranek bigota lê mixabin stran amade amade nebû. Dema xebatên wê bidawî bû em dê ji bo xatirê guhdariyên xwe bi hev re bibêjin. Min heta niha derbarê hevjînê xwe de ji çapemeniyê re ti caran neaxivtiye, cara yekemîn e ez ji Rûdawê re behsa wî dikim.

 

Dema tu ligel Rabîn zewicî ev yek heta demekê veşartî ma. Çima?

 

Me nexwest me jiyana xwe ya taybet têkelî jiyana xwe ya huenrî bikin. Me xwest ku jiyana me ya malbatî veşartî bimîne. Piştî du salan malbetên me rast dîtin ku em zewaca xwe eşkere bikin. Me herduyan jî nexwest jiyana me ya taybet bikeve li pêş jiyana me ya hunerî.

 

We ji hev hez kir û hûn zewicîn?

 

Bi rastî surprîz bû.

 

Keçekê we bi nave Kanî heye. Piştî tu bû dayîk di jiyana Nazdar a hunermen de çi guhertin çêbûn?

 

Piştî Kanî hat li ser dinê her tişt hat guhertin.Hêsta dayîktiyê gelek xweş û taybet e. Ji bo min dayîktî hesta herî pîrozm giranbuha û xweş e. Kanî li alikê dinya li alikê dayîktî ew qasî xweş e.Rabîn navê Kanî li keça me kir. Ev yek jî ji bo min gelek taybet e.

 

Hevjînê te gelek ji te re dibe alîkar?

  

Ez gelek bextewarim ku di jiyana min de kesekî wek Rabîn heye. Ew di her warî de alîkariya min dike. Hewiha bi heman awayî ez jî di karên wî de jê re dibim alîkar. Ez çawa ji xwe re serkeftinê dixwazim bi heman awayî ji wî re jî dixwazim. Em hevdu temam dikin, ev jî hesteke xweş e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst