Hêja albûma xwe ya nû belav kir

02-08-2022
RÛDAW
Nîşan Hêja Pistepistek Bilind
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Albûma duyem ya Hêja ya bi navê “Pistepistek Bilind” îro li ser hemû platformên dijital cihê xwe digre.

Hêja ya kû bi maxi-single yaa xwe ya yekem Stranên Neşuştî bal kişandibû ser xwe, vê carê jî bi awazên nûjen li himberî hezkiriyên xwe ye û albûmeke ji 8 stranan pêk tê bi navê “Pistepistek Bilind”  belav kir.

Di albûmê de şêweyên wek rock û pop hene. Herwiha di strana "Masiyê Biçûk" de elemetên Jazz ê hatine bikar anîn. Ji alîyê din ve, di sitrana "Halê me" de ruhê stranên Erîvanê heye. Yek ji taybetmendiyên albûma Pistepistek Bilind; bikaranîna helbestên Kurdî yên hemdem e.

Hêja, helbestên Roşeng Rojbîr, Gulîzer, Şokrî Şahbaz û Şêrko Bêkes kiriye beste. Li gel van navên giranbiha, Hêja gotin û muzîka sê stranan jî bi xwe çêkiriye.

Aranjoriya şeş stranan Hêja û Olaf Godecke bi hev re kirine û her du stranên bi navê "Gîtar" û "Wîskî" dîsa Cansûn Kuçukturk aranje kirine.

Ev albûm bi piştgiriya fona muzîkê ya Alman Initiative Musik hatiye çêkirin û ev yekemin albûma Kurdî ye kû piştgiriyê ji vê fonê distîne. Bi vî awayî jî ev albûm baldar e. Belavkirina albûme Red Music Digitala li Hamburgê girtiye ser xwe.

Albûma Pistepistek Bilind behsa çi dike?

Hêja

Albûm ceribandinek çîrokbêjî ya bi stranan e. Wek mînak; di yekê de qala çîroka masiyekî biçûk dike ku di nav derya û çeman de wenda dibe. Hêja, di vê stranê de referansekê dide nivîskarê Îranî Samad Behrengî. Stran wek strana zarokan dest pê dike û masiyê biçûk di nava stranê de mezin dibe.

Dîsa di strana Pistepistek Bilind de, em wek filmekî çîroka Hemoyê biçûk ê boyaxçî dibînin. Strana Sobe çavdêriya du çavan e ku li ber perava Heskîfê bi hêrs û hezkirin li Kurdistanê dinêre.  Di strana Xwelî de evîna jineke bi nefs û bê çare xwe li ber guhê me radixe. Strana Halê me bi awayekî henekçî nifiran dike hwd. Bi kurtasî di vê albûma balkêş de her çîrok stranekê dibêje.

Hêja kî ye?

Hêja

Hêja li Zaningeha Bogaziçiyê Edebiyata Îngilîzî xwend. Wê demê li Kluba Folklorê ya Bogaxiçiyê bo sê salan, dersên stranbêjî û muzîkê girt, li ser muzîka gelerî ya kurdan û dengbêjiyê lêkolîn kirin û ket nav karên berhevkirina stran, klam û çîrokên kurdî. Di heman demê de li ser Edebiyata Kurdî hûr bû. Dûv re nasnameyên xwe wek wêjekar û muzîkjen anîn gel hev û bi awayekî edebî nêzî muzîkê bû.

Piştî ku ji zaningeha Columbiayê ya li New Yorkê bo Masterê hat qebûlkirin, dema xwe amade dikir biçe Amerîkayê ji ber sedemên siyasî hat girtin. Li girtîgehê xwe fêrî gîtarê kir û dest bi çêkirina besteyan kir. Piştî ji hepsê derket koçî Almanya kir û li wir di sala 2020an de albûma xwe ya yekem Stranên Neşuştî derxist.

Hêja sala 2021an de ji Wezareta Çandê ya Hamburgê bursa hunermendan stend û li Almanya weke lîstikvan û stranbêj hat nasîn. Wê di heman salê de duoyeke muzîkê ya bi navê Birds of Babylon afirand û singla xwe ya bi bi sê zimanî ya navê Boomerang Refugee derxist. Dîsa vê salê dîrektoriya muzîkê kir ji bo lîstika Citizenpark (Lichthof Theater). Hêja heta niha li bajarên cûda yê Almanya û Îsvîçreyê gelek konser dane herî dawî tevî koma xwe Birds of Babylon beşdarî Festivala World Music Ruhr Intenationalê bûye. Hêja niha li Hamburgê dijî û karen şano, film û muzîkê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst