“Mem û Zîn” bo almanî û îngilîzî hate wergerandin

02-10-2018
RÛDAW
Nîşan Ehmedê Xanî Mem û Zîn Feryad Fazil Almanî Îngilîzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd Dr. Feryad Fazil, berhema Ehmedî Xanî ya bi navê “Mem û Zîn” bo herdu zimanên almanî û îngilîzî wergerand.


Pirtûka Ehmedî Xanî “Mem û Zîn” a  Dr. Feryad Fazil bo almanî û îngilîzî wergerandiye hat weşandin.


Dr. Feryad Fazil ji Rûdawê re derbarê berhama Mem û Zînê de wiha got: “Fikra wergerandina berhama Ehmedê Xanî ya Mem û Zin vedigere berî 36 salan. Berî niha jî çend caran Mem û Zîn hatibû wergerandin, lê mixabin wergera wê ew qasî bi serkeftî nebû. Lewma min biryar da ku ez Mem û Zînê bo du zimanên sereke yên cîhanî îngilîzî û almanî wergerînim.”


Fazil da zanîn ku bo wergera Mem û Zîn a îngilîzî sê salan ligel yek ji helbestvanê herî bi bandor ê amerîkî Nich Koln xebitiye.


Bi gotina Fazil neheqî li Ehmedê Xanî hate kirin pêwîst e ku ew di asta wêjeya cîhanê de bê nasîn.


Nivîskarê Kurd herwiha got: “Neheqî li wêjevanê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî hatiye kirin. Îgilizan Shakespeare, almanan Goethe û Shiller, farsan Firdewsî, Camî û Hafiz heye û yê Kurdan jî Ehmdê Xanî ye. Ji bo Mem û Zîn cihê xwe yê di dîroka wêjeya cîhanê de bigire em dê hewl bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst