Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Ehmedê Xanî li parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê “Sempozyuma Ehmedê Xanî” li dar xist.
Enstîtiya Ehmedê Xanî îro li Wanê sempozyum derbarê ziman, huner, dîrok û çanda Kurdan a bi navê "Ehmedê Xanî û 330 Saliya Mem û Zînê” li salona konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê li dar xist.
Di sempozyuma de, mîrateya felsefî, wêjeyî û civakî ya Ehmedê Xanî li pey xwe hiştiye, bi awayekî berfireh hat nirxandin.
Akademîsyen, lêkolîner û hunermendan bandora berhemên Xanî gotûbêj kir.
Sempozyuma di bin moderatoriya Endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Enstîtuya Ehmedê Xanî Mehmud Eşut saet 10:00an bi axaftinên vekirinê dest pê kir.
Di rûniştina yekem de Doç. Dr. Yakup Aykaç, Ramazan Kaya, Kenan Soylemez û Dr. Îsmaîl Aydogdu axivîn.
Di rûniştina duyem de Prof. Dr. Mehmet Bakir Şengul, Îhsan Colemergî, Dr. Samî Çelîktaş û Bayram Ayaz aliyê wêjeyî, felsefe û aliyên çandî yên berhemên Ehmedê Xanî nirxandin.
Piştî nîvro di rûniştina sêyem de jî Doç. Dr. Îlyas Suvagcî, Dr. Enver Gocen, Doç. Dr. Kenan Bulut û Dr. Mehmet Nur Yavuzer nirxandinên xwe pêşkêş kirin.
“Armanc nasandina Ehmedê Xanî ye”
Koordînatorê Giştî yê Enstîtuya Ehmedê Xanî Mahîr Taha di vekirina çalakiyê de axivî û bal kişand ser armanca sempozyumê û wiha got:
“Sempozyum ji bo bîranîna salvegera 330yemîn a berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn a ku sala 1695an hatiye nivîsandin, tê lidarxistin.
Bi giranî akademîsyenên ku xebatên xwe yên akademîk di bin sîwana Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê de didomînin, beşdarî konferansa me bûne.
Ji bilî vê, nivîskar, lêkolîner û temaşevanên ji Wan û parêzgehên derdorê jî beşdarî çalakiyê bûn.”
“Ehmedê Xanî, Goethe, Shakespeare û Cervantesê Kurdan e”
Taha anî ziman ku armanca herî mezin a Enstîtuya Ehmedê Xanî ew e ku rastiyeke heta îro hatiye jibîrkirin, hem li herêmê û hem jî li qada navneteweyî derxe holê û axaftina xwe wiha domand:
“Çawa ku Almanan Goethe, Spanyolan Cervantes û Îngilîzan Shakespeare heye, em jî dixwazin ku Ehmedê Xanî wekî fîlozof û şexsiyeteke di heman astê de bidin nasandin.
Ehmedê Xanî hem ji bo herêma me û hem jî ji bo gelê herêmê şexsiyeteke gelekî girîng e.
Nasandin û derxistina holê ya kesayeta wî ya ku heta îro bi temamî nehatiye fêmkirin, erkê me hemûyan e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse