Dusseldorf (Rûdaw) - Her du fraksiyonên Partiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) û Sosyal Demokratan (SPD) li Parlamentoya Federal a Almanyayê, nîvê vê heftiyê projeyasayek ji bo tundtirkirina rêkarên dayîna nasnameya Almanî bir Parlamentoyê.
Li gorî projeyasayê, ew biyaniyên ku di dema daxwazkirina pasaporta Almanî de belge û bawernameyên sexte yên fêrbûna zimanê Almanî pêşkêş bikin, dê rûbirûyî cezayên giran bibin.
Cezayê 10 salan
Kesên ku sextekariyê bikin dê heta 10 salan ji mafê daxwazkirina hevwelatîbûnê bêpar bimînin.
Bidestxistina bawernameya zimanê Almanî heta asta B1ê ku qonaxa sêyemîn a fêrbûna ziman e (piştî A1 û A2yan), yek ji şertên sereke ye ji bo wergirtina pasaportê.
Operasyonên polîsan
Ev ast ji bo hinek ji biyaniyan zehmet e û nikarin bi hêsanî bi dest bixin, lewma hinek ji wan serî li sextekariyê didin.
Di vê çarçoveyê de, Polîsê Federal ê Almanyayê ragihandibû ku dawiya Çiriya Paşîna îsal, di kampanyayekê de li bajarên Frankfurt û Stuttgartê, 15 kes bi tohmeta sextekirina bawernameya ziman desteser kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse