Mem Ararat straneke nû belav kir

08-01-2023
RÛDAW
Mem Ararat straneke nû belav kir
Mem Ararat straneke nû belav kir
Nîşan Rindê Mem Ararat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Mem Ararat strana xwe ya nû bi navê “Rindê” belav kir.

Gotin û muzîka strana “Rindê” ji aliyê Mem Ararat ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Nîhad Cemşerî mix û masteringa wê kiriye ku û li ser kanala wî ya YouTubeê hatiye belavkirin.

Mem Ararat mizginiya albumeke nû jî da û li ser kanala xwe ya YouTubeê di danasîna strana xwe ya nû de wiha nivîsî, “A niha bi kelecan im lewma dixwazim mizgîniyekê bidim we. Em ê bi parvekirina albumeke nû ku navê wê "Keskesor"e hewl bidin çend kulîlkên din jî biçînin li vê dunyaya gewrik. Di vê albumê de ez ê hewl bidim stranên xwe yên ku ev demeke dirêj e di arşîva min de sekinî ne bi we re parve bikim. Ji van stranan hinek jê nêzî 20 sal berê hatine nivîsandin. Bi hêvî me serê we neêşînim. Strana bi navê "Rindê" di sala 2011an de hatiye nivîsandin. Ji bilî çend sererastkirinên biçûk min dest stranê neda.”

Mem Ararat li ser hesabê xwe yê Twitterê jî berhema xwe ya nû bi belav kir û gotinên wê jî lê zêde kirin.

Mem Ararat di sala 2022an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêzekonserek li dar xistibû û di 28ê Îlona 2022an de li Edenê konsera xwe saz kir û bijardeyeke stranên xwe pêşkêşî hezkiriyên xwe kir.

Berhema herî dawî ya Mem Ararat dueteke bi Hunermend Firmêsk re ya bi navê 'Bihar' bû ku di 15ê Hezîrana 2021an de bi zaravayên Kurmanciya Jor û Jêr hatibû belavkirin.

Mem Ararat di sala 1981an de li gundê Girkê Şêxê yê Dêrik a bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Stranbêj Kurd heta niha 5 albûm derxistine, ji xeynî "Quling, Ewr û Baran", "Kurdîka" di sala 2016an de, "Xewna Bajarekî" di sala 2018an de, "Nîştiman" di sala 2019an de û "Pesna Evîne" di sala 2019an de belav kiribû.

Mam Ararat ji bo çend stranên xwe klîp jî girtine, wek 'Payîz', 'Zozan', 'Xatirxwestin', 'Çîçekê', 'Ji Êvareka Amedê', 'Evîna Du Çiya' û 'Dilo Ez Bimrim'.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst