Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd Ferhadê Mihemed, pirtûka xwe ya nû ya çîrokan a bi navê “Beybûnên Yasemînê” weşand.
“Beybûnên Yasemînê” ji aliyê Weşanên DOZê ve li Bakurê Kurdistanê hat çapkirin û belavkirin.
Ferhadê Mihemed derbarê pirtûka xwe ya nû ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wî di vê xebatê de teknîkên nû yên vegotinê ceribandine da ku dengekî nû pêşkêşî xwêneran bike.
Pirtûk ji deh çîrokan pêk tê û bi pêşgotina hozanê naskirî Berken Bereh dest pê dike, ku Bereh dibêje, “Bi min dengê lingê çîroknûsek xurt û ciyawaz tê.”
‘Min dixwest bi dengekî nû binivîsim’
Ferhad Mihemed di daxuyaniya xwe ya taybet de armanc û naveroka pirtûka xwe wiha anî zimên:
“Ev demeke dirêj bû min dixwest ez kitêbeke nû, bi dengekî nû, bi rengekî nû û bi formeke nû binivîsim û wê pêşkêşî serkêşê Çîroka Kurdî Fuad Temo û şopajoyên wî bikim. Taliya talîn, çê yan neçê ez giham mebest û hedefa xwe.”
Mihemed balê dikişîne ser naveroka pirtûka xwe û teknîkên nivîsandina wê û dibêje:
“Di vê xebatê de min çend formên nû ceribandin li gor têgiha nivîsandina xwe. Yek ji wan teknîka kolajê bû, di vê kitêbê de heke meriv bi awayekî dûrlênihêrîn li ser çîrokan raweste hingê meriv ê têbigihîje û ku hema çi bigire ew berdewamên hev in. Formeke din jî veherikîna hiş bû.”
Ferhad li ser navê berhevoka xwe ya çîrokan jî wiha ji Rûdawê re got: “Çîroka ku navê kitêbê tîne pê bi vê teknîkê 'veherikîna hiş' hatiye nivîsandin. Ji aliyê ziman ve jî min bi qismî -ne bi temamî- teknîkeke ku hinek nivîskarên Fransizî ew anîne pê û bi pêş ve birine bi kar anî: Ouvroir de littérature potentielle, kurteya wê oulipo. Beybûnên Yasemînê emanetê xwende û rexnegirên edebiyata kurdî ye. Bi xêr û xweşî be.”
Deh çîrokên ku digihin hev
Pirtûka nû ya Ferhad Mihemed “Beybûnên Yasemînê”, ji 10 çîrokan pêk tê. Li gorî pêşgotina Berken Bereh, ev çîrok “bi awayekî li derekê digihin hev û dibine panaoramayek.”
Pirtûk van çîrokan li xwe digire: “Gazinda bavê min û dilê min ê sojiyayî, Dewrim, Beybûnên yasemînê, Hesp, bûkanî û sêv, Tinaz û qeşmeriyên qederê, Berf, şewat û jinik, Çîroka bênav, Neçûna malê, Simore û zîpik û Kundir û derrase.”
“Hostayê lihevanîn û vegêrana detayan e”
Helbestvanê navdar Berken Bereh di pêşgotina xwe de bi awayekî kûr li ser teknîk, ziman û cîhana çîrokên Ferhad Mihemed radiweste. Bereh hostatiya nivîskar a di bikaranîna zimanê xwemalî û vegêrana detayan de bilind dinirxîne û dibêje:
“Ferhadê Mihemed, hostayê lihevanîn û vegêrana detayan e; şibandin, danberhevkirin, îstîare, mubalexa û gelek hêmanên din ên ciwankariyê çîrokên ji rêzê digihînin asta herî bilind. Zimanê lokal yê wê herêmê bi reng, deng, aheng, bêhn û nermiya xwe bi kar tîne û tahm û çêjeke cuda di ber xwendinê re beşdarî heza me ya xwendinê dike… Tiştê hostatiya Ferhadê Mihemed li me disepîne ew şopên nas yên di jiyana me de ne û beşdarî çîrokên wî bûne ne. Hemû lehengên wî ew kes in ku di jiyana me de bi awayekî em li wan rast hatine, yan jî serboriya wan dişibe ya me. Ew sebr, aramî, wefadarî û razîbûna ji jiyana xwe, wê pastoraliya berê raberî xwendevên dike.”
Bereh pêşgotina xwe bi van gotinan bi dawî tîne: “Bi min dengê lingê çîroknûsek xurt û ciyawaz tê. Min navê bi hûrgilî xwe bera çîrokan berdim, min bi kêf, serbilindî û bi coş ev çîrok xwendin û ez bawer im hûn ê jî tahm û çêjeke baş jê wergirin.”
“Ne tenê bi peyvan, bi hestan jî hatine hûnandin”
Li ser paşberga pirtûkê jî gotineke Besam Mistefa cih digire:
“Çîrokên Ferhadê Mihemed ne tenê bi peyvan, bi hestan jî hatine hûnandin. Di çîrokan de, hilma xwîna wî li pozê mirov dixe û gupegupa dilê wî bi awayekî aşkere di nav peyv û hevokan de tê bihîstin. Filozofê alman Friedrich Nietzsche di şahesera xwe ya bi navê Zerdeşt Wiha Peyivî de dibêje: 'Ji her tiştê ku hatiye nivîsandin, ez tenê ji wî hez dikim ku mirov bi xwîna xwe nivîsiye. Bi xwînê binivîse û tu yê bibînî ku xwîn ruh e.' Belkî ji ber vê yekê min ji vê xebata Ferhadê Mihemed hez kir. Hevokan wî yên kurt, lê têrbiwate, rîtmeke wêjeyî ya xweser diafirînin ku xwîner dikişîne nav xwe.”
“Beybûnên Yasemînê”
Ji bo ku xwêner tama ziman û vegotina nivîskar hîs bikin, li vir paragrafek ji çîroka ku navê xwe daye pirtûkê: “Wextê tu destên xwe dibî ser navtenga wê, wekî tu dest biavêjî kitêbeke qedirgiran a sehafekî... hûn derin û tên. Tevgerên bedenên we lihevhatî ne. Pozikên pî û lingên we li gor muzîkê tevdigerin. Hûn bênefes dimînin. Tu stûyê wê radimûsî û bi dû re lêvên wê, hingê çavên xwe digire û xweziya xwe diqultîne, hêdîka dinale. Destên wê wekî pençeyên pilingekê weha, te xurt û sext pê digirin, ew dorê li te dipêçe. Destên te ji navtengê bilind dibin ber bi qorika wê da ku fermûara fîstanê wê bi cih bikin. Lê nabe. Porrê wê yê gur nahêle, da ku, tu fermûarê bi cih bikî.”
Ferhad Mihemed
Ferhadê Mihemed, bi eslê xwe ji Siwêregê ye lê di Adara 1989an de li Hîlwanê ji dayîk bûye. Aliyê diya wî Kurmanc, aliyê bavê wî Dimilî ye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Hîlwanê qedandiye.
Wî sala 2009an li Zanîngeha Suleyman Demîrelê dest bi xwendina Fakulteya Aboriyê kiriye. Jiyana wî ya edebî piştî ku di salên zanîngehê de rastî Hesenê Metê tê, bi temamî diguhere û ziman û edebiyata Kurdî dibe navenda jiyana wî.
Bi handana Hesenê Metê û Selîm Temo û bi xwendina kovarên Hawar û Ronahî yên Mîr Celadet Bedirxan dest bi nivîsandinê dike.
Çîroka wî ya yekemîn sala 2015an tê weşandin. Ji wê demê heta niha nivîs, çîrok û wergerên wî di gelek kovarên Kurdî û Tirkî yên wekî Zarema, Jehr, Tetirbe, Çirûsk, Kurdeçîrok û Herdkovarê de hatine weşandin.
Ew sala 2020an li Zanîngeha Harranê dest bi beşa sînemayê dike lê piştî salekê dev jê ber dide.
Niha li ser jiyana Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê Faik Bucak romaneke bi navê “Tîrêjtav” dinivîse û di heman demê de pirtûkeke li ser sînema û fîlmografiya Yilmaz Guney amade dike.
Berhemên wî:
Hesabgêr F, Weşanên Apec, Stockholm, 2018
Hesabgêr, Weşanên Lîs, Amed, 2019
Xebatên wî yên Edîtoryal
Hemû berhemên Mehmed Uzun ên bi Kurdî, 2020-2021, Sel Yayınları, Stenbol
Hêviyên Şikestî, Mehmet İlyasoglu, 2025, Weşanên J&Jyê, Diyarbekir
Hemû Helbestên Hakimê Kurd Faik Bucak, 2021, li ber çapê ye
Wergerên wî
Şikur Ozon Cebirî, 2020, Tilki Kitap, Stenbol, 2020
Xelatên wî:
2016: Xelata Yekemîniyê, Pêşbirka 6. ya ji bo bîranîna Şerzan Kurt, bi çîroka "Kitêba Bergsor".
2020: Xelata Taybet a Desteya Hilbijêr, Mîhrîcana 3. ya Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney, bi çîroka "Dengê Yasemînê".
2025: Xelata Yekemîniyê, Pêşbirka 14. ya ji bo bîranîna Abdullah Duran, bi çîroka "Hesp, Bûkanî û Sêv".
2025: Xelata Sêyemîniyê, Pêşbirka Weqfa Kurdî, bi çîroka "Berf, Şewat û Jinik".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse