Semra Çaglar: Di envanterên Tirkiyeyê de 300-400 destxetên Kurdî hene ku hîn ne dîjîtal in

5 demjimêr berê
RÛDAW
Semra Çaglar Gokalp û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Semra Çaglar Gokalp û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Destxet Kurdî Tirkiye Şaredariya Kadikoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalpê got, “Di envanterên Tirkiyeyê de 300-400 destxetên Kurdî hene ku hîn neketine nav pergala dîjîtal.

Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalpê pirsgirêkên di pêvajoyên tesbîtkirin, parastin û dîjîtalkirina berhemên Kurdî yên destxet ên di envanterên giştî yên Tirkiyeyê de birin rojeva Parlamentoyê Tirkiyeyê.

Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Semra Çaglar Gokalp bû mêhvana Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser mijarê bersivandin.

Semra Çaglarê eşkere kir ku gelek destxetên Kurdî di nava yên Erebî de tên nîşandan û got:

“Bi zanebûn destxetên Kurdî di nava zimanên din de nîşan didin.

Destxet bi Kurdî ne û bi tîpên Erebî hatine nivîsandin, ji ber vê yekê wekî yên Erebî tên tesnîfkirin.”

Navên girîng di lîsteyê de ne

Parlamentera DEM Partiyê da zanîn ku di destê wan de lîsteyeke gelekî dirêj a berhemên Kurdî yên destxet heye.

Li gorî agahiyên ku wê dane, di lîsteyê de berhemên van navên navdar jî hene: Zahid Zeherî, Selîmê Hîzanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî.

Semrayê destnîşan kir, “Divê ev destxet derkevin holê û her kes zanibe ku ev berhem bi Kurdî hatine nivîsandin.”

“Divê ev berhem bikevin nav pergala dîjîtal”

Semra Çaglar Gokalpê amaje pê kir ku bi sedan berhem hîn nehatine tomarkirin û got:

“300-400 destxetên Kurdî hene ku hîn neketine nav pergala dîjîtal.

Divê ev berhem bikevin nav pergala dîjîtal û lêkoler karibin xwe bigihînin wan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst