Alî Tekbaş bi Mihemed Arif Cizîrî re stranek got: Babê Beşîr

2 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenek ji klîpê
Dîmenek ji klîpê
Nîşan Alî Tekbaş Mihemed Arif Cizîrî Babê Beşîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermedn Alî Tekbaş bi rêya hişî çêkirî bi dengbêjê nemir Mihemed Arif Cizîrî re stranek got û wekî klîp belav kir.

Hunermendê dengxweş Alî Tekbaş di nava vê gurmîna şer de, stran û klîpeke bi navê “Babê Beşîr” belav kir.

Ev stran qala şerê Axayê Omeriyan Ehmedê Silêman dike.

“Babê Beşîr” anku Axayê Omeriyan Ehmedê Silêman, di bîrdanka Kurdan de cihekî girîng digire.

Stran qala salên 1920î û lêgerîn û şikestên serok û serkirdeyên Kurd dike.

Ev stran beşeke girîng a çanda devkî ye û heta îro hatiye.

Dueta bi hişê çêkirî

Alî Tekbaş bi rêya teknolojiya pêşketî vê stranê bi dengbêjê nemir Mihemed Arif Cizîrî re dibêje.

Hunermend bi vê berhemê wê serdemê bi roja îro ve girê dide.

Klîp nîşan dide ku dema Kurd yekgirtî bin dê çawa bi ser bikevin û wêranî dê cihê xwe bide avedaniyê.

Gotin û awazên stranê ji aliyê Mihemed Arif Cizîrî ve hatine danîn.

Aranjeya wê ji aliyê Alî Tekbaş û Levent Canen ve hatiye çêkirin.

Derhênerê klîpê Cahît Çeçen e û klîp bi temamî bi hişê çêkirî hatiye amadekirin.

Beşek ji gotinên stranê yên di klîpê de wiha ne:

"Kes ne dost e ne bira ye,
Çavê hemûyan li warê me ye,
Baweriya me bi hev du heye,
Wele babê mino em ne çar in yek parçe ne,
Axa me ye ew Kurdistan e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst