Hewlêr (Rûdaw) - Panelên Kurdiyatê ku li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê bûne wekî kevneşopiyek, îsal bi temaya "Edebiyata Kurdî li Kafkazê " deriyên xwe vedike.
Ev çalakî bi hevkariya Enstîtuya Zimanên Zindî û Enstîtuya Ehmedê Xanî tê lidarxistin û mîrata edebî ya dewlemend a Kurdên Kafkasyayê tîne Wanê.
4emîn rûniştina panelên "Kurdiyat"ê
Rêzepanelên Kurdiyatê ku ji aliyê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê ve bi rêkûpêk tên amadekirin, di xeleka xwe ya çaran de dê fokusa wê li Edebiyata Kurdên Kafkasyayê be.
Panel dê roja duşemê 16ê Sibata 2026an demjimêr 13:00an li Navenda Çandê ya Prof. Dr. Cengîz Andiç dest pê bike.
Ev çalakî bi armanca nûkirina hafizeya edebî ya herêmî û navneteweyî tê lidarxistin.
Mîrata edebî ya sedsala 20an
Di bernameya îsal de hilberînên edebî yên Kurdên Kafkasyayê ku pêwendiyên wan ên dîrokî û çandî yên kûr bi Kurdên Wan, Agirî, Qers û Erdexanê re hene tên nirxandin.
Berhemên di warên roman, çîrok, helbest û şanoyê de ku ji aliyê nivîskar û ronakbîrên Kurd ve bi taybetî piştî nîveka yekem a sedsala 20an hatine nivîsandin, ji aliyê 8 lêkolîneran ve bi hûrgulî tên pêşkêşkirin.
Hevkariya du saziyên girîng
Panela Edebiyata Kurdên Kafkasyayê bi hevkariya Enstîtuya Zimanên Zindî û Enstîtuya Ehmedê Xanî tê lidarxistin.
Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Abdulhadî Tîmurtaş serkêşiya van xebatên akademîk dike.
Berê di çarçoveya Kurdiyatê de li ser mijarên wekî "Di Çanda Kurdî de Dengbêjî", "Di Çanda Kurdî de Qesîdebêjî" û "Arvasî" xebatên ilmî hatibûn kirin.
Enstîtuya Ehmedê Xanî ya ku karsaz û Serokê VANTSOyê Necdet Takva koordînatoriya wê dike, bi çalakiyên xwe yên çandî balê dikişîne ser xwe.
Armanca bingehîn a enstîtuyê parastina mîrata felsefî û edebî ya helbestvanê navdar Ehmedê Xanî ye.
Bername û axaftvan
Panel ji du rûniştinan pêk tê û moderatoriya wan Haci Yilmaz û Doç. Dr. Kenan Bulut dikin. Bername û sernavên panelê wiha ne:
Rûniştina 1ê (13:30 – 14:30):
Ramazan Kaya: Bandora Îdeolojî û Edebiyatê ya li ser Kurdên Kafkasyayê
Dr. Mehmet Yildirimçakar: Jidayîkbûna Romana Kurdî li Kafkasyayê (1935-1991)
Dr. Mehmet Nur Yavuzer: Panoramaya Novelên Kurdên Kafkasyayê
Dr. Sinan Çakar: Bipêşketina Çîroknûsiya Kurdên Kafkasyayê
Rûniştina 2yem (15:00 – 16:00):
Dr. Samî Çelîktaş: Lêkolînên li ser Helbesta Kurdên Kafkasyayê
Dr. Sebahattîn Şen: Hilberîna Sînemayê ya li Qada Kafkasyayê
Dr. Yasîn Duran: Xebatên Edebiyata Zarokan a li Kafkasyayê
Heval Batu: Nihêrîna Giştî ya li ser Şanoya Kurdên Kafkasyayê
Zanîngehê bangî hem xelkê Wanê û hem jî dildarên edebiyatê kir ku roja 16ê Sibatê beşdarî vê hevdîtina akademîk bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse