Hewlêr (Rûdaw) - Muzîkjen Sîmir Rûdan, albûma xwe ya sêyem a ji 10 stranên solo pêk tê 9ê Çiriya Pêşîn belav kir.
Rûdan di vê berhemê de qelebalixiya stûdyoyê û aranjeyên tevlîhev li pey xwe hişt û tenê bi deng û gîtara xwe şêwazeke mînîmalîst û xwerû pêşkêşî hezkirên muzîka Kurdî kir.
Gotin, muzîk û aranjeyên hemû stranan ji aliyê Sîmir Rûdan ve hatine amadekirin.
Pêvajoya tomarkirinê ji aliyê hunermend ve hatiye birêvebirin û xebatên mîks û masteringê yên albûmê jî ji aliyê Hakan Kurşun ve hatine çêkirin.
Li şûna qelebalixiya amûran: Mînîmalîzma akûstîk
Albûma yekem a Rûdan a bi navê Bi Çîrokî ku sala 2013an derketibû, gerdûneke dengî ya berfireh ji akordeonê heta saksafonê dihewand.
Di albûma duyem Kevî ya sala 2019an de jî şêwaz ber bi formên cazê û hûnandina xurt a stûdyoyê ve çûbû lê belê di albûma Ez û Gîtara Xwe de hunermend wan amûrên qelebalix û aranjeyên qat bi qat li pey xwe dihêle.
Di vê berhemê de gîtar ne tenê amûreke li paş vokalê ye, berevajî vê yekê ew dibe hevala vegotinê û bersivê dide dengê hunermend.
Di heman demê de partîsyonên pirdengî yên di aranjeyan de xeyal û girêdana kûr a Rûdan a bi gîtara klasîk re derdixe holê.
Kêmasiyên xwezayî yên ku nehatine veşartin
Sîmir Rûdan di vê albûmê de li şûna ku kêmasî û xeletiyên piçûk bi teknîkên dîjîtal paqij bike, "bêkêmasiya stûdyoyê" red dike û girîngiyê dide xwezayîbûnê.
Nêzîkî nîvê stranan bêyî metronom hatine qeydkirin. Dengê lerzok ê vokalê an jî xişîna gîtarê di qeydan de hatine parastin.
Ev helwesta li ser xwezayîbûnê, di naverok û mijarên stranan de jî xwe nîşan dide. Hesta valahî û nebûna gihîştinê di nava rêza stranan de diherike.
Albûm bi strana Tu Dûr î dest pê dike û pişt re bi stranên wekî Kendalên Bêbinî, Rosa, Mona Lisa, Derewên Te, Bi Xatirê Te, Min Nîne û Ez ê Nekarim dewam dike.
Di van stranan de behsa sînorên mirovan, xem û li pey peydakirina pencereyeke ber bi jiyanê ve tê kirin lê belê ev dilşikestîbûn nabe teslîmbûn.
Strana Hûlê Hej Te Dikim ku bi devoka herêma Cizîrê hatiye strîn, bi ritm û naveroka xwe ya evînî dibe hêmana berxwedanê.
Albûm bi strana Muzîk Heye bi dawî dibe ku muzîkê wekî stargeh û bendera dawî nîşan dide.
Bergê albûmê û rêwîtiya hunermend
Bergê albûmê ji aliyê Candan Giyen ve hatiye amadekirin. Li ser berg li şûna portreyê, xêza dilekî şikestî û gîtareke rengîn cih digire.
Dema xêzkirinê de xêzek bêhemdî dikeve ser valahiya gîtarê lê dîsa jî nehatiye jêbirin, ev hûrgulî jî dirûvê sirûştî yê albûmê temam dike.
Sîmir Rûdanê ku sala 2013an bi albûma Bi Çîrokî dest bi rêwîtiya xwe kiribû û xelata albûma salê ji malpera Hawar.netê wergirtibû, sala 2015an bi strana Berfîn beşdarî albûma Peşk bû.
Piştî albûma Kevî ya sala 2019an, sala 2024an stranên Hê Jî Digerim û Yekî Gotibû belav kir û di projeya rêzgirtina Mehmet Atli de bi strana Birîn cih girt.
Hunermend sala 2025an stranên wekî Sira Sibê, Fîncan, Reng Esmerê, Ez Berf im û Her Evîndarê Caran im pêşkêşî guhdaran kiribû û niha jî bi albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe xebatên xwe berfirehtir dike.



