Bexda (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê ev 7 meh in meaşê mûzîkjenên Orkestraya Niştîmanî nedaye. Maestroyê grûbê jî dibêje, ku nebûna mûçeyan ji wan re bûye astengeke cidî.
Maestroyê Orkestraya Niştîmanî yê Iraqê Mihemed Emîn Îzet got: “Ev orchestra grûbeke temamî yê hevaheng e. Senfonî karê grûbe û nebûna tekê kesekê jî dibe pirsgirêk. Lewma me ji bo her mûzîkjenekê cîgirek daniye da ku dema ew ne amade be cihê wî/wê were dagirtin. Lê eger pirsgirêk giştî be, ev dibe metirsî li ser tevahiya kar. Mûzîkjenê biçûk heta yê mezin tev de ji vê yekê bi bandor dibin ku ew jî pirsgirêka meaş e.”
Iraq ku weke serzemîna rûbarên avê, petrol û serwet û samanên sirûştî tê dîtin, niha bi tevê saziyên xwe rûbirûyê gefa îflaskirinê bûye.
Mihemed Emîn Îzet diyar kir: “Bi tevê hemû astengî û pirsgirêkan em dîsa tên ser kar. Em ji bo wergirtina meaş nayên. Tirsa me ew e ku ev sazî hilweşe, lewma em tên. Em naxwazin ev orchestra hilweşe. Berê jî em ketine rewşên wiha lê me karî em ji nav derkevin.”
Mûzîk ji bo ruhê mûzîkjenan weke av û hewa ye. Lê nebûna meaş û giraniya jiyanê, ruhê amêrên van mûzîkjenan jî stendiye. Ji ber vê yekê ev hunermend bêhêvî mane.
Endama orkestrayê Dua Macid jî got: “Ez û bavê xwe di vê orkestrayê de mûzîkê dijenin. Em herdu çavkaniya dahata mala xwe ne. Lewma nebûna meaşê gelek bandorê li jiyana me dike. Hema hizir bike, malbatek 7 mehan meaş wernegre dê çawa bijî. Em ji serdemeke giran re derbas dibin.”
Orkestraya Iraqê li sala 1970 hatiye damezrandin. Tevahiya meaş û xercên mehane yên vê orkestrayê jî 85 hezar dolarê amerîkî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse