Weşanên Avestayê ‘Folklora Kurmanca’ ji nû ve çap kir

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Folklora Kurmanca Weşanên Avestayê Tosinê Reşîd Heciyê Cindî Emînê Evdal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê, çapa duyem a berhema klasîk a "Folklora Kurmanca" ku ji aliyê Heciyê Cindî û Emînê Evdal ve hatiye berhevkirin, weşand.

Pirtûk ji aliyê Tosinê Reşîd ve ji bo çapê hatiye amadekirin.

Heciyê Cindî û Emînê Evdal, du zanayên ku di Şerê Yekem ê Cîhanê de sêwî mane û li sêwîxaneyên Ermeniyan mezin bûne, ev xebata dîrokî amade kirine.

Her du rewşenbîran piştî ku li sêwîxaneyê zimanê xwe ji bîr dikin, vedigerin nav gelê xwe û ji nû ve fêrî Kurdî dibin û dest bi xebatên giranbiha yên li ser ziman û çanda Kurdî dikin.

"Folklora Kurmanca" cara yekem sala 1936an li Yêrevanê ji aliyê ‘Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê’ ve hatiye çapkirin.

Berhevok ji gelek varyantên destanên wekî Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Zembîlfiroş, Dewrêşê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamên bengîtiyê, govendê, afirandinên gelêrî yên ji bo zarokan, çîrok û gelek berhemên din ên devkî pêk tê.

Girîngiya pirtûkê ya di dîroka Kurdan de ew qasî mezin e ku Şekroyê Xudo Mihoyî behsa bûyereke dîrokî dike û dibêje:

“Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mehmedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû, ‘Aha, ev e Qurana me.’”

Berhema klasîk a "Folklora Kurmanca" 752 rûpel in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst