Romana ‘Neqşên li Ser Xaçê’ bi Kurdî derket

3 demjimêr berê
Besam Mistefa
Nîşan Neqşên li Ser Xaçê Îsmaîl El-Rifa’î Yasîn Hisên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Weşanên Ramîna li Londonê romana nivîskar û hunermendê Sûriyeyî Îsmaîl El-Rifa’î ya bi navê "Neqşên li Ser Xaçê" bi zimanê Kurdî derket.

Romana ku ji 145 rûpelan pêk tê, ji aliyê wergêrê Kurd Yasîn Hisên ve ji zimanê Erebî li zimanê Kurdî hatiye wergerandin.

Ev roman, ku ji gava yekem ve xwendevan datîne pêşiya mecazeke tîr û pêkhatî, deriyekî nû li ser têkiliya navbera peyv û rengan vedike, li wê derê dar dibe hilgirê xaçkirinê, nexş dibe nivîsîna li ser êşê û tablo dibe neynika giyan.

Wergêrê romanê Yasîn Hisên, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku vê projeyê “ji ber kûrahiya zimanê nivîskar û wateyên pirqatî yên metnê” kedeke taybet û demeke dirêj xwestiye.

Avahîsaziya romanê û sembolîzma êşê

Roman di şêweyê "pêrista nexşan" de tê pêşkêşkirin. Li şûna beşên kevneşopî yên li pey hev, xwendevan rastî tabloyên vegotinê û perçeyên li kêleka hev tê ku sembolîzma her yekê ji wan serbixwe ye lê di avakirina wêneyekî mezin ê mirovî de hevpar in.

Yasîn Hisên bi vî awayî behsa şêwaza romanê dike, “wêneyê mirovê ku li ser sînorên dem û cihan hatiye xaçkirin.

Sernivîsên wekî "Mijûmorana Şanaz", "Sêgoşeya Êşê", "Naba Gerdûnê" û "Şîva Dawî", derî li ber hevbirîna efsaneyê bi bîra gelêrî, lahûtê bi hunera şêwekarî û wêraniya siyasî bi hilweşîna hundirîn re, vedikin.”

Hisên behsa naveroka romanê dike û dibêje, “Di kûrahiya romanê de zilamek disekine ku hewl dide bi rêya reng û xêzên xwe cewherê hebûnê bigire lê tabloya ku li ser kar dike ji nişka ve vediguhere xaçekê û valahiya atolyeyê dibe dîmena Golgotheyê (cihê xaçkirina Îsa). Qehremanê romanê, Mesîh bi laşê xwe yê qulbûyî, rûyê xwe yê bi xwînê û rondikên wî yên ku dikişin dibîne.”

Di vê kêliya afirandinê de, wênesazî bi îtîrafê re, reng bi xwêdanê re û xwêdan bi xwînê re tevlîhev dibe. Ev dîtin, ya ku di navbera sermestiya vexwarina meyê û taya tecrîdê de jê re tê, cewherê romanê eşkere dike: Mirov di rûbirûbûna xaçkirina xwe ya taybet, azara xwe ya mîratmayî û qîrîna xwe ya fetisandî ya di nava nifşan de.

Zimanê dîtbarî û zehmetiya wergerê

Tişta ku di "Neqşên li Ser Xaçê" de balê dikişîne ew e ku Îsmaîl El-Rifa’î bi çavê wênesazekî dinivîse.

Zimanê wî bi reng, hest û ronahiyê têr bûye, nivîsandineke dîtbarî ya bêhempa dike ku di navbera îma û teswîrkirinê de, di navbera dîtina nezelal û tiştê berbiçav ê hestiyarî de tevdigere.

Yasîn Hisên derbarê pêvajoya wergera vê berhemê ya bi Kurdî ji Rûdawê re ragihand:

"Ji bo wergerandina romanê pêdivî bi demeke dirêj hebû, ji ber ku nivîskar carinan di kûrahiya teşeyê bandorgerî (empresyonîst) û serrealîst de diçe."

Hisên her wiha destnîşan kir ku li hemberî vî zimanê dewlemend, wergerandinê pêdivî bi "peyvên ku ruhê dîmenê bi hûrgilî û hûnandineke bilind vedibêjin" hebû, da ku ew atmosfera dîtbarî û hestyarî di Kurdî de jî bê zindîkirin.

Nivîskar

Îsmaîl El-Rifa’î ne tenê romannivîs e, ew di heman demê de hunermendê şêwekariyê û helbestvan e jî û sala 1967an li Sûriyeyê ji dayîk bûye.

Îsmaîl xwediyê lîsansa Hunerên Bedew a Zanîngeha Şamê ye. Niha li Weqfa Hunerê ya Şarîce (Sharjah Art Foundation) wekî şêwirmendê edîtorî û naveroka Erebî kar dike û gelek berhemên wî yên wêjeyî û rexneyî hene. Vê paşxaneya hunerî, rengê xwe bi temamî daye ser berhema wî ya wêjeyî.

Wergêr

Yasîn heta niha dor 40 berhemî wergerandiye, li vir navê hinekan ji wan wisa ne:

Romana "El-Selc" (Berf) a romannivîsê Fransî Maxence Fermine, ji Erebî wergerandiye Kurdî, 2001.

"El-Xerab" (Wêranemal), roman, Ebdilqadir Seîd, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Xitût û Zîlal, Urdun, 2017.

"Cemretun tehte el-Remad" Newzad Ehmed, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Saziya Arta ya Ragihandin û Geşepêdanê, Amûdê, 2018.

"Dexdu", roman, Xesrew Caf, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Xitût û Zîlal, Urdun, 2018

"Yewmun min Tilke el-Sinîn", roman, Aram Mihemed, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Xitût û Zîlal, Urdun, 2020.

"Ede'na Mefatîh El-Cîbal" (Me Kilîta Çiyê Wenda kir), jînenîgarî, du beş, Selîm Çurukkaya, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Bexda, 2021.

"Rûyê Xembariyê Baş Nas Dikim", helbest, Hatim El-Şehrî, ji Erebî wergerandiye Kurdî, Weşanên Ramîna- London, 2023.

"Muzekerat Îmrea Kurdiye" (Bîranînên Jineke Kurd), jînenîgarî, Fewziya Qiço, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Ramîna- London, 2023.

"Helebce û Bêhna Sêvan", Ebdilqadir Seîd, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Ramîna- London, 2024.

Her wiha gelek wergerên wî yên din hene ku wek pirtûk û li ser malperên înternetê li Kurdistan û Ewropayê hatine weşandin.

Ji sala 2010an ve wekî Birêvebirê Beşa Çapemenî û Lêkolînan li Enstîtuya Kelepûra Kurdî kar dike û li wir bi dehan pirtûk sererast kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst