‘Nefesa Dawî’ xelat wergirtin: Lîstikvanekî Kurd jî tê de ye

20-11-2025
RÛDAW
Nîşan The Last Gasp Aso Şêrebeyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurtefîlmê Brîtanyayi "The Last Gasp"ê (Nefesa Dawî) ku behsa karesata jîngehê û mirinên ji ber şewitandina gaza kompanyayên petrolê li Îraqê dike, di festîvaleke navneteweyî de du xelat wergirtin.

Di fîlma ku ji çîrokeke rastîn hatiye wergirtin de, lîstikvanê Kurd Aso Şêrebeyanî jî cih digire.

Derhêner û senarîstê fîlmê Tom Cholmondeley e.

Fîlm balê dikişîne ser bandora gazên bi jehrî yên ku ji qadên petrolê belav dibin.

Di fîlm de karesata jîngehî û mirovî ya ku ji ber şewitandina gazê tê xuyakirin ku ev demeke dirêj e li Îraqê mijara nîqaşê ye.

Du xelat ji Londonê

Ofîsa Ragihandinê ya The Last Gaspê ji Rûdawê re got ku fîlmê 16ê Çiriya Paşîn li Lodonê di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Phoenix Risingê de du xelat wergirtin:

  • Kadroya Lîstikvanan a Herî Baş
  • Bandora Herî Baş (Best Impact)

Ji têkoşîneke hiqûqî ya rastîn hatiye îlhamkirin

Fîlmê ji têkoşîna hiqûqî ya cotkarê Îraqî Huseyîn Celud îlham standiye.

Huseyîn Celud piştî ku kurê wî Elî sala 2023an ji ber nexweşiya losemiyê mir, doz li dijî kompanyaya enerjiyê BPyê vekiribû.

Li gorî nûçeya rojnameya Brîtanî The Timesê Huseyîn Celud îdia dike ku nexweşî û mirina kurê wî bi şewitandina gazên ku ji tesîsên petrolê derdikevin ve girêdayî ye.

Di rola sereke ya fîlmê de, lîstikvanê navdar ê Brîtanî Sir David Suchet cih digire.

Di kadroyê de, yek ji navên ku balê dikişîne lîstikvanê Kurd Aso Şêrebeyanî ye.

Aso Şêrebeyanî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst