Şansê Amedsporê yê şampiyoniyê didome: 'Tîma xwe bi tenê nehêlin'

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nahît Eren bi rêya Rûdawê bangî alîgiran kir / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nahît Eren bi rêya Rûdawê bangî alîgiran kir / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Amedspor Lîga Super Şampiyon
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tîma kesk û sor Amedspor bi windakirina puanan û têkçûna di maça Bandirmasporê de çûyîna xwe ya Lîga Super xiste metirsiyê.

Têkçûnên vê dawiyê Amedspor û alîgirên wê anîn hemberî hev.

Serokê Amedsporê Nahît Eren bi rêya Rûdawê bangî alîgiran kir ku tîma xwe bi tenê nehêlin û piştgiriya wê bikin.

Nahît Eren da zanîn ku hîn jî şansê wan ê Lîga Super didome û ew dê bigihêjin vê armanca xwe.

Tîma kesk û sor Amedspor di lîga xwe de kete nav tengasiyeke mezin.

Tîma ku beriya mehekê hesabên şampiyoniyê dikir, niha bi 72 puanan di rêza 3yan de ye.

Têkçûna li hemberî Bandirmasporê hesabên derketina Lîga Super serobino kir.

"Em dê wan bifetisînin"

Rahênerê Amedsporê Mesut Bakkal li ser rewşê got:

"Ez lêborîna xwe ji we dixwazim.

Ez dê li hemberî futbolîstên xwe jî bibêjim; heger ez li ber 40 hezar kesan derkevim stadyumê, ez dê îmana wan biçikînim.

Em dê wan bifetisînin. Ez bi xwe ji vir gelekî hez dikim.

Ez ji her kesî zêdetir dixwazim ku ev der bibe şampiyon."

Nakokiya alîgiran û birêvebiriyê

Windakirina puanan a di 3 hefteyên dawiyê de alîgir û birêvebiriya Amedsporê anî hemberî hev.

Lê birêvebir ji xwe bawer in û ew dixwazin alîgir jî ji wan bawer bikin ku dê bi piştgiriyeke baş derkevin Lîga Super.

Serokê Amedsporê Nahît Eren anî ziman:

"Dema ku tu li pêş bî û bi paş bikevî, dilê mirovan dişikê.

Dilê me hemûyan şikest lê em bawer in.

Îro lîstikvanên me jî anî ziman. Em dê derkevin Lîga Super. Bila zanibin.

Em dizanin me çi winda kir lê em dizanin çi li pêşiya me ye jî.

Ez bawer im dema ku Erokspor puanan winda bike û em her du maçên xwe bistînin, jixwe em derdikevin Lîga Super.

Dema ku nebû û wan stand, me jî stand, em dê di fînala Play-Offê de, di wî 90 xulekî de lîstikvanên me dê her tiştî bikin û bigihêjin encamê."

Amedspor dê 26ê Nîsanê li mala xwe mazûvaniya Bolusporê bike.

Heger ji vê pêşbirkê 3 puanan bistîne dê armanca wê ya Lîga Super bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst