Hejmara yekem a kovara Soryazê li Qamişloyê derket

1 demjimêr berê
Besam Mistefa
Nîşan Kovara Soryazê Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê roja pîroz a rojnamegeriya Kurdî de (22ê Nîsanê) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kovara wêjeyî û çandî ya bi navê "Soryaz"ê bi hejmara xwe ya yekem derket pêşberî xwîneran.

Kovara Soryazê wekî projeyeke wêjeyî û çandî ya serbixwe, bi zimanên Kurdî û Erebî, dikeve xizmeta pirrengî û dewlemendiya çanda herêmê.

Xwedî û sernivîserê kovarê Dilşad Murad derbarê vê destpêkê ji Rûdawê re got:

"Kovara Soryazê wekî projeyeke wêjeyî û çandî hatiye damezrandin.

Em di wê baweriyê de ne ku di rewşên dijwar ên siyasî û aborî yên li bakurrojhilatê Sûriyê de, hebûna saziyên medyayî yên serbixwe ne tenê vebijarkek e lê ew bingeha bipêşketina me ya rewşenbîrî û profesyonel e."

Qamişlo: Rêwîtiya sed salan

Di hejmara yekem de, "Soryaz" wekî dosyayeke sereke, rûpelên xwe ji bo "Sedsaliya Qamişlo" veqetandiye.

Di bin sernavê "Qamişlo/Qamişlî/Zalîn: Çîroka Sed Salî" de, kovarê bi awayekî lêkolînî çîroka vî bajarî, ji damezrandinê heta niha, bi danasîna tax, nîşane û kesayetiyên wê yên navdar vedikole.

Ev lêkolîn di hejmara yekem de balê dikişîne ser taxên rojhilatê bajêr ku bi Çemê Çeqçeqê wekî xeta veqetandinê ya di navbera herdu aliyên bajêr de tê zanîn.

Naveroka beşa Kurdî ya hejmara yekem

Kovara "Soryaz" bi 194 rûpelan, di beşa xwe ya Kurdî de gelek mijar û babetên wêjeyî û çandî li xwe digire.

Rexne û Lêkolîn

Nivîsên wekî "Pêwîstiya Rexneyê Di Pêşxistina Kurteçîrokê De" (M. Emîn Sadûn), "Gava Ku Masî Tî Dibin" (Siltana Osman Eto) û nirxandina romana "Sobarto" ya Helîm Yûsif (Sewsen Şêx Bekir).

Çand û Hunermendî

 Ayfer Yildiztan li ser helbestvanê nemir Cegerxwîn lêkolînek pêşkêş kiriye. Fatima Murad jî raporek li ser xebatên Peymangeha Hunerê ya Hîlala Zêrîn nivîsiye.

Şano û Sînema

 Ebdulcabir Hebîb şanoya "Yê Ku Nayê" dinirxîne, di beşa sînemayê de jî Hişyar Murad li ser fîlma "Zarê" (yekemîn fîlma Kurdî) radiweste.

Kovarê di beşên çîrok û helbestê de cih daye gelek pênûsên ciwan û xwedî ezmûn (wekî Abbas Abbas, Leyla Reşo, Hozanê Girkundê û hinekên din).

Nivîsek li ser xelatgirê Nobelê Laszlo Krasznahorkai û wergera helbesteke Lawrence Ferlinghetti (ji aliyê Azad Ekkaş ve) di hejmarê de cih girtine.

"Soryaz" Pira navbera çandan

Dilşad Murad di beşa hevpeyvînê de ronahiyê dide ser armanca kovarê û têkildarî xwebexşiya kovarê jî got:

"Karê me di Soryazê de bi temamî xwebexş e. Ez û birayê xwe Hişyar Murad, bi piştevaniya hejmareke mezin ji nivîskar û rewşenbîran, me hewl da kovarekê derxin ku ji her cure tundrewî û gotarên nefretê dûr be.

Tecrubeyên me yên berê yên di rojnamegeriyê de piştrast kirine ku serxwebûna sazî û dezgehên medyayî, şertê herî girîng ê pêşketina wan e."

Herdu bira Dilşad û Hişyar Murad, bi vê projeya xwebexşane ya ku di 1ê Çiriya Paşîn a 2025an de hate ragihandin, dixwazin dengê nivîskarên ciwan û jinan bilind bikin.

Murad di dawiyê de dibêje, "Em dixwazin Soryaz bibe malê hemû pênûsên azad ên Kurd û Ereb, da ku em bi hev re pira têkiliyan bihêztir bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst