Stenbol (Rûdaw) - Hunermend Ganî Mîrzo ku teknîkeke nû bo lêxistina udê afirandiye dibêje muzika Kurdî di folklora xwe de gelek dewlemend e, lêbelê divê ji qalibê xwe yê folklorîk derbikeve û bi awayekî akademîk were çêkirin.
Hunermendê Kurd Ganî Mîrzo ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, ev 26 sal in li Spanyayê dijî û ev zêdetirî 20 salan e bi karê muzîkê û taybet jî amûra udê ve mijûl e, derbarê jiyan, xebat û projeyên xwe de ji Rûdawê re axivî.
Hunermend Ganî Mîrzo ku dibêje wî zêdetirî 20 salan xwendin li ser muzika flamenko kiriye dibêje ku di dîroka amûra Udê de pêşketinên zêde çênebûne, lê niha di muzika Kurdî de li şûna mizrabê di saz û tembûrê de tilî têne bikaranîn. Ganî Mîrzo diyar dike, “Kurdên me yên Rojava, Rojhilat û Elewî jî di jenîna amûrê muzikê de tiliyan bikar tînin, lê ji bo dengeke nû û berfirehkirina melodiyê teknîk çênebû. Min bi zêdeyî 20 salan xwendin li ser muzika flamenko kir û min ji xwe re got çima amûrê udê pêşnakeve. Minak gîtar bi gelek awayan tê jenîn, min got çima ud tenê bi tiliyan tê lêxistin. Min li ser gelek teknîkan xwendin û pratîk kir heta ku ez li ser udê gehîştim teknîkeke nû.”
Ganî Mîrzo destnîşan dike ku ud amûreke rojhilatî ye û temenê wê vedigere bo derdora 4 hezar salan û di jiyana Kurdan de rengek gelek balkêş e, gelek hunermendên mezin ên Kurd bi udê berhem anîne û radigihîne ku ud di dîrokê de û heta niha jî ji bo Kurdan enstrûmenteke girîng e û ud dikare dengê bas jî û dikare dengê soprano jî derbixe.
“Ziryab Kurd e”
Derbarê Ziryab de ku li cîhanê bi navûdeng e de dibêje li gor zanyariyên wî ew Kurd e û pê de diçe, “Rojavayî çawa dibêjin muzika berê Johann Sebastian Bach û piştî Johann Sebastian Bach; em jî dikarin bibêjin muzika pêş Ziryab û muzika piştî Ziryab. Ji bo me çend tişt hene ku Ziryab girîng dike; yekem li gor çavkaniyên ez gehîştim ew Kurd e. Duyem girîngiya wî ne tenê li ser muzikê heye. Ew yekemîn kes e ku di sala 822an de li Ewropayê konservatuar vekir. Konservatuara wî vekîrî di cîhanê de yekemîn car bû. Zarokên împaratorên Almanya, Fransa û Îspanyayê li ber destê wî dixwendin. Ziryab, ewropî ferî stranên ji Mezopotamyayê kirine. Ew tenê ne muzisyên bû, di heman demê de ew feylesof, astronot, dîzaynerê cîlûbergan, aşpêj û çend aliyên wî yên din hebûn. Mînak niha pirtûkek li ba min heye navê ‘Xwarinên Ziryab’ e.”
Hunermend Mîrzo radigihîne ku niha Îspanî bixwe dibêjin Ziryab konservatuara yekemîn çêkiriye û 10 hezar stran birine welatê wan û dibêje herwiha Ziryab jibilî wan strana şagirtên xwe û gelek amûrên muzikê jî ligel xwe birin û li wî welatê şoreşa hunerî û civakî da destpêkirin.
Li ser muzika oryantalîzmê beşek vekiriye
Di dewama axaftina xwe de Mîrzo diyar dike, “Ji zû ve li ser Ziryab zanyariyên min hebûn, ji bo min xewnek bû ez bikevin dûv şopên wî. Min di sala 1998ê de li Zanînhega Barcelonayê beşa Ziryab vekir. Yekem me li ser muzika oryantalîzmê beşek vekir, berê ew nebû. Me xwest em ji nûve Ziryab bidin nasîn, muzika rojhilatî û Kurdî bê naskirin. Ev du salên me hinek karê xwe rawestandiye, lê dema ez vegerim dixwazim wê beşê berfirehtir bikim.”
Ganî Mîrzo derbarê muzîka Kurdî de jî destnîşan dike, “Muzika Kurdî di folklora xwe de gelek dewlemend e, lê niha rawestiya ye û ne di wê astê de ye ku ligel cîhanê pêşbikeve. Divê muzika Kurdî ji qalibê xwe yê folklorîk derbikeve û bi awayekî akademîk were çêkirin, bila xortên me herin akademiyên muzikê bixwînin û bibînin muzika cîhanê li ser çi bingehan roj bi roj pêş dikeve.”
350 amûrên muzikê berhev kirine
Hunermendê Kurd aşkere dike ku berî niha wan li Barcelonayê derdora 350 amûrên muzikê berhev kirine û derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine û niha hêvî dike wan amûran ji bo pêşketina muzika Kurdî bikar bîne.
Ganî Mîrzo bang li hunermandan dike û dibêje, “Me 27 salan xizmet ji Ewropiyan re kir, lê niha zêdetir welatê me pêwîstî bi me heye û divê em vegerin welatê xwe û xizmeta wan bikin. Ev banga min ji bo hemû hunermend û kesên ku bikarin xizmeta welatê me bike ye.”
“Bingeha çanda Kurdî ji Kurdên Êzidî tê”
Hunermend Ganî Mîrzo radigihîne ku beşeke projeyên wî hene û eger derfet hebe ew dê bi kêfxweşî vegere û xizmeta welatê xwe bike û pê de diçe, “Jixwe niha jî ez diçim û têm. Hinek projeyên me hene, Kurdên me yên Êzidî, penaberên li kampên Başûrê Kurdistanê dê ji wê sûdê werbigirin.”
Di dawiya gotinên de Ganî Mîrzo aşkere dike ku ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî proje hene û diyar dike, “Ez dixwazim vê yekê jî bînim ziman divê heta ji me tê em ji Kurdên me yên Êzidî re bibin alîkar. Bingeha çanda Kurdî ji Kurdên me yên Êzidî tê û divê em wê çandê biparêzin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse