Rûdaw li bajarê Îzmîrê da pey şopa Dengbêj Şakiro

23-01-2023
Omer Sonmez
26 sal ji ser mirina Dengbêj Şakiro derbas bû lê ew tim tê bibîr anîn
26 sal ji ser mirina Dengbêj Şakiro derbas bû lê ew tim tê bibîr anîn
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Niha em ê berê xwe bidin bajarê Îzmîra Tirkiyê, ku ji mîlyonek zêdetir Kurd lê dijîn. Lewra tîma Rûdawê ya Stenbolê li bajarê Îzmîrê da pey şopa dengbêjekî bi nav û deng; Dengbêj Şakiro. Lewra Dengbêj Şakiro 10 salên dawî ya jîyana xwe li wî bajarî derbas kiriye û li wir koça dawî kiriye.  

Şahê Dengbêjan Şakiro ku wek Kewê Ribatê jî tê naskirin, him di saxiya xwe de him jî piştî mirina xwe bandoreke mezin dide ser dengbêjîyê. Ji loma jî deng û sewta wî li çar perçe Kurdistanê û li cîhanê belav bûye. Xizm, cînar û şagirdên Dengbêj Şakiro ji Rûdawê re behsa wî kirin. 26 sal ji ser mirina Dengbêj Şakiro derbas bû lê ew bi sedan klam û dengê xwe yê zengilîn tim tê bîranîn. Kerem bikin em bi hev re li dosyaya taybet a ser Dengbêj Şakiro binêrin.

Dengbêjê navdar Şakiro ku wek Şahê Dengbêjan û Kewê Ribat jî tê naskirin, li goristana taxa Merkezê ya Îzmîrê, ji welatê xwe dûr, li welatê xeribiyê veşartiye. Hezkiriyên Dengbêj Şakiro her sal tên serdana gora wî dikin û wî bibîr  tînin.

Kurd bi hezaran sal in çand û kelepora xwe, efsane, destan û mêrxasiyên xwe, hesret û hewes, eşq û evînên xwe bi klaman anîne ziman û bi rêya dengbêjan neqlê roja îroyîn kirine.

Em jî li bajarê Îzmîra Herêma Egeya Tirkiyê, ku ji mîlyonek zêdetir Kurd lê dijîn, ketin pey şop û êlma dengbêjekî bi nav û deng; Dengbêj Şakiro. Lewra ew 10 salên dawî ya jîyana xwe li vî bajarî derbas kiriye û li vir koça dawî kiriye..

Xwediyê deng û awazê ku li pey şopa Dengbê Şakiro diçe Dengbêj Şakirê Kopê (62) ye. Ew ji gundê Şêrwanşêxa ser bi navçeya Kopa Mûşê ye û ev 40 sal in ku İzmirê ye. Ew li ber destê çend dengbêjan û li ber destê Dengbêj Şakiro mezin dibe.

Şagirdê Dengbêj Şakiro, Dengbêj Şakirê Kopê got: “Dema ez 20 salî bûm, min Apê Şakir (Dengbêj Şakiro) li navçeya Menemena Îzmîrê nas kir. Civatekê de min ew nas kir, klaman digot. Camêrek got, ‘Ev jî Şakir e Apo, klaman dibêje.’ Got, ‘Bila ew jî yekî bêje.’ Dengbêj bi temamî di şopa Şakirê Bedîh de (Bedîh navê bavê Dengbêj Şakiro ye) diçûn. Apê Reso (Dengbêj Reso) jî gotiye, ‘Xwedê lihevanîna Şakiro nade tu dengbêjî.’ Ew lihevanîna wî ya ku klaman bi qafiye lihev dianî. Ji loma jî Apê Reso dengbêjiya wî pir dieciband.”

Dengbêj Şakiro ku navê wî yê rastîn Şakir Deniz e, di sala 1936an de li gundê Navika ser bi bajarê Agiriyê jidayîk dibe. Şakirê Bedîh ji piçûkatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê dike û li herêma Serhedê gund bi gund digere û di nav civat û cimaetan de dîwanên dengbêjiyê dideyne.

Tekin Kadan brazyê Dengbêj Şakiro ye. Bavê Tekin û Dengbêj Şakiro pismamê hev in. Zarokên Dengbêj Şakiro li Tirkiyê nemane û ji zûda ye berê xwe dane Almanyayê.

Brazyê Dengbêj Şakiro Tekin Kadan dibêje: “Malbata me ji gundê Zîlana Batmanê hatine. Bapîrên me ji vir çûne Rewana Ermenistanê. Ji wir jî hatine Eleşkirta Agiriyê. Apê min ê Şakir (Dengbêj Şakiro) jî li gundê Navik jidayik dibe. Dengbêj Şakiro li aliyê Serhed û Botanê, li Amed, Mêrdîn û Batmanê gelek dihat hezkirin û qedrê wî digirtin. Jixwe ew li wan deran pir digeriya. 27 heb klamên wî yên siyasî hebûn. Nêzikî 170 heb klamên wî yên dilan / eşqê hene. Gelek klamên Evdalê Zeynikê û Dengbêj Reso jî striya. Li aliyê din hêj gelek kasetên wî yên winda hene.”

Malbata Dengbêj Şakiro di sala 1959an de bo Edeneyê tê sirgûnkirin. Piştî sirgûniya 7 salan, di sala 1966an de diçin Mûşê û ew li vir dibe şagirtê Dengbêj Resoyê Gopala. Dengbêj Şakiro di sala 1983an de diçe Enqereya paytexta Tirkiyê û li wir 3 sal dimîne. Pişt re jî ji bo birayên xwe di sala 1986an de berê xwe dide bajarê Îzmîrê û tim di civata Kurdan de klaman distirê.

Ji ber gewriya wî ya ku bi nalîn û kalînan klaman distirê ji Dengbêj Şakiro rê Kewê Ribat jî hatiye gotin. Lê ew dengbêjê bi nav û deng ku klaman wek şalûl û bilbil digot; di temenê xwe yê navsere 60 saliya xwe de, ji ber nexweşiya gurçikê, di 5ê Hezîrana sala 1996an de li vê mala ku kirêcî bû, li taxa Çamkuleya navçeya Bornovaya Îzmîrê diçe ser dilovaniya xwe.

Her çiqas ji ser mirina Dengbêj Şakiro 26 sal derbas bûbe jî dema behsa dengbêjiyê tê kirin îllim behsa dengbêjiya wî ya nûwaze tê kirin. Lewra deng û sewta wî li çar perçe Kurdistanê û li cîhanê belav bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst