Rotînda bi pirtûka xwe ya nû dîroka muzîka xwe pêşkêş dike

30-11-2025
RÛDAW
Nîşan Çîroka Zarokên Rojê û Agirî I Rotînda Pirtûk Stran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka hunermendê Kurd Rotînda ya bi navê "Çîroka Zarokên Rojê û Agirî I" ku tê de gotin, note û çîrokên 50 stranên wî cih digirin, derket.

Pirtûka "Çîroka Zarokên Rojê û Agirî I" ji aliyê hunermend Rotînda (Yetkîner) û aranjor Merdan Zirav ve bi hev re hatiye amadekirin.

Notasyona stranan û grafîka pirtûkê ji aliyê Merdan Zirav ve hatiye amadekirin û Rotînda jî gotinên stranan û çîrokên wan nivîsandine.

Berhemên ku di pirtûka 142 rûpelî de cih digirin ev in:

“Lo Vedat, Çar Stêrk, Dîrok, Yekîtî, Gulê, Egîd, Kedkar, Şervanê Gelê Me, Dildarê Min, Bê Te Nabe, Dilşo, Sîser, Bawerî, Oxir Be, Çima Tenê, Delala Min, Qêrîn, Gerîla, Koçberî, Zîlan, Çarçela, Benda Te Me, Veqetîn, Sê Jinên Azad, Êvarda, Avaşîn, Bihuşt, Li Te Geriyam, Carna, Biçilmisî, Avî, Erdal Heval, Welatê Min, Gimgim, Nîvcû, Şev Nîvê Şevê, Newroz, Axîn, Ji Kerema Xwe, Ya Star, Roboskî, Koîro, Kurd im, Tekoşîna Jin, Dîlanê, Wenda, Sakîne, Heval Atakan û Nabihîsin.”

Dê rojên îmzeyê werin lidarxistin

Di pirtûkê de agahiyên li ser dem û cihê nivîsandina her straneke Rotînda ya di navbera salên 1990 û 2019an de jî hene.

Ji bo pirtûkê dê 27ê Kanûna Pêşîn li Hannovera Almanyayê û 14ê Kanûna Paşîn jî li Basela Swîsreyê rojên îmzeyê werin lidarxistin.

Li aliyê din hat ragihandin ku bergê duyem ê pirtûkê jî tê amadekirin û dê tê de gotin, note û çîrokên 50 stranên din cih bigirin.

Rotînda kî ye?

Rotînda Yetkînerê ku 35 sal in di muzîka Kurdî de xebatan dimeşîne, sala 1962yan li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji dayîk bûye.

Heta 9 saliya xwe li Gimgimê jiyaye. Dengbêjên Kurd û Radyoya Êrîvanê di bipêşketina hunera wî ya muzîkê de roleke mezin lîstiye.

Di civata Dengbêj Şakiro de rûniştiye û dengê wî bi zindî guhdarî kiriye.

Sala 1971ê bi malbata xwe re koçî Enqereyê kir. Piştî 9 saliya xwe fêrî Tirkî bû.

Perwerdeya xwe ya ewil a muzîkê ji hunermendên Radyoya Îzmîrê wergirt.

Di salên zanîngehê de, li Îzmîrê kete nava koroya Avnî Anil û ew muzîka ku wê demê Osmaniyan ji hemû gelên Rojhilat û Rojava berhev kiribû û bi navê “muzîka serayê” dabû hev nas kir û li ser meqaman bû xwedî agahiyên zêde.

Beşa aboriyê ya zanîngehê qedand. Salên 1989 û 1991ê li Stenbolê du salan li dibistanên Tîmûr Selçuk û Arîf Sag perwerdeya armonî, şan û tembûrê wergirt.

Sala 1991ê di damezirandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de cih girt.

Sê salan li wê derê mamostetiya muzîkê û perwerdekariya koroya zarokan kir.

Bi Merdan Zirav re Koma Mezrabotan ava kir ku koma yekem a fermî ya NÇMyê bû.

Salên 1995 û 1996an, sal û nîvekê di televizyona Kurdî MED TVyê de xebatî.

Heta niha 12 albumên wî derketine; ji wan 3 heb wekî Koma Gulên Mezrabotan; Çar Stêrk û Kedkar jî wekî Koma Mezrabotan derketin.

Rotînda albumên Sîser, Naygotin, Li Te Geriyam, Jan-Ar, Koîro, Jin û Jiyan û Heval jî wekî solo çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst