Amed (Rûdaw) - Şanogerê navdar ê ji Rojhilatê Kurdistanê Qutbedîn Sadiqî, lîstika xwe ya nû ya bi navê "Moraşîn" yekem car li Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê ya Amedê pêşkêş kir.
Hola mezin a şanoyê bi temamî tije bû û temaşevanan bi baldarî şanoya ku bi Kurmancî ye temaşe kir.
Çîroka Gênc Xelîl û Edûlê
Lîstika Moraşîn çîroka destana navdar a evîndarî û bêmiraziyê ya wêjeya devkî ya Kurdî Gênc Xelîl vediguhezîne ser perdeya şanoyê.
Hemû lîstikvanên vê şanoyê lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê ne.
Di lîstikê de Edûlê wekî Moraşîn û Gênc Xelîl jî wekî Genco hatine binavkirin.
Têkoşîna jina Kurd Moraşînê ya ji bo evîndarê xwe ji aliyê beşdaran ve gelekî balkêş hat dîtin.
"Ev karekî cîhanî û navneteweyî ye"
Birêvebirê Giştî yê Huner û Rewşenbîriya Hewlêrê Sîrwan Osman bal kişand ser serkeftina şanoyê û got:
“Hemû karên Mamoste Qutbedîn karên bizehmet û ciwan in.
Ev karê îro min dît karekî cîhanî û navneteweyî ye. Ev diyar dike ku Kurdî karekî ciwan di şanoya cîhanê de dike.”
Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Dilşad Mistefa jî diyar kir ku nivîslarû derhênerekî ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye Bakurê Kurdistanê û çîrokeke ku nîşaneya hemû Kurdan e amade kiriye.
Wî got ku ev çîroka berxwedan, xebat û jêhatîbûna hemû Kurdan e ku peyamê dide hemû cîhanê.
Qutbedîn Sadiqî: Ev kesayet taybet e bi Kurdan
Piştî lîstikê nêzîkî 1,800 kesên ku salon tije kiribûn, Qutbedîn Sadiqî û lîstikvan bi deqeyan li ser pêyan bi çepikan pîroz kir.
"Moraşîn di edebiyat û hunerê de tuneye"
Şanoger Prof. Dr. Qutbedîn Sadiqî li ser karakterê Moraşînê got:
“Li Rojhilata Navîn kesayetek bi vî rengî tune ye. Moraşîn di edebiyat, huner û çandê de tune ye.
Ev taybet e bi Kurdan. Li cîhanê jî nîne ku keçikek wisa li pey mêrekî li hespê xwe siwar bibe û wisa bêtirs be.”
Festîvala şanoyê ya ku 22yê vê mehê dest pê kir, dê heta 2yê Gulanê bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse