Humayun Şeceryan dê li Hewlêr û Silêmaniyê 4 konseran bide

25-05-2025
Pesar Fayiq
Nîşan Humayun Şeceryan Hewlêr Silêmanî Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê bi nav û deng ê Îranê Humayun Şeceryan dê li Hewlêr û Silêmaniyê 4 konseran saz bike û ji bilî stranên Farisî dê bi Kurdî jî stranan bistrê.

Humayun Şeceryan dê 31ê Gulanê û 1ê Hezîranê du konseran li Salona Hunerê ya Silêmaniyê saz bike.

Her du konserên wî yên din dê 6 û 7ê Hezîranê li Salona Seed Ebdullaha Hewlêrê bin.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsorê medyayî yê konseran e.

Bilêtên konserên Silêmaniyê li Cafe Barberatê û Can Cafeyê, bilêtên konserên Hewlêrê jî li Restoranta Tastyê û Amazona li Gulan Mallê dê tên firotin.

Her wiha bi rêya înternetê jî bilêtên konseran li ser tarticket.comê li ber dest e.

Konser di çarçoveya gereke hunerî ya Humayun Şeceryan de ye ku dê li Amerîka û Ewropayê jî konserana bide.

Şirketa Tar Productionê ya li Almanyayê ku konseran saz dike ji Rûdawê re ragihand ku her çar konserên li Başûrê Kurdistanê tên sazkirin, dê bi heman kalîteya konserên din ên hunermend bin.

Awazder û jenyar Anûşîrwan Rûhanî, jenyarê sereke yê konserên Hewlêr û Silêmaniyê yên Humayun Şeceryan e.

Humayun Şeceryan 22yê Tebaxê ya 2022yan du stranên Kurdî yên bi navên “Şîrîne Sewze” û “Mîna Giyan” belav kirin.

Humayun Şeceryan berê li ser wan her du berheman ragihandibû:

“Ez wan her du stranan ji kûrahiya dilê xwe û bi tevahiya canê xwe pêşkêşî hemû hezkiriyan dikim.

Bi taybetî hezkiriyên Kurdîzarên min ên li Îranê û seranserî vê cîhana fireh.”

Humayun Şeceryan kurê mezin ê hunermendê Îranê Mihemed Reza Şeceryan e.

Ew sala 1975an li Tehranê ji dayîk bû û destpêka karê wî yê hunerî di konserên bavê xwe de jenyariya zerbê bû.

Piştre di konser û çend albuman de alîkariya bavê xwe û sala 2003yan albuma xwe yekem a bi navê “Nesîm Wesl” belav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst