Hewlêr (Rûdaw) - Enîse Hilû ya 66 salî ku bi regez Sûrî ye, di sala 1992an de yekem pirtûka derbarê xwarinan de nîvisandiye û heta niha 9 pirtûk derbarê xwarinan de nîvisandine. Pirtûka FEAST ango xweşxwan a herî dawî ku Enîse Hilû derbarê xwarinê de nîvisandiy zêdeyî 300 wesfên xwarinê ango danasandinê lixwe digire, di pirtûka FEAST de Enîse Hilû dîroka veguhestina wesfe û xwarinên cîhana îslamî bo deverên din dide xuyakirin.
Enîse Hilû nivîskar û şêfê bi regez Sûrî li Beyrûta paytexta Lubnanê ji dayik bûye, di salên 90î yên sedsala bihorî de dest bi nivîsîna pirtûkeke xwarinê kir, xwarinên Helebê bandoreke xwe ya berbiçav ser wesfên xwarinê ango danasînên çawaniya çêkirina xwarinê li ba Enîse Hilû çêkirine.
Enîse li Beyrûtê ji dayik û dapîra xwe fêrî çêkirina xwarinan bû, her tişt ji wan re dihat ber derî, Enîse ji bilî xwarinên Lubnanî ew di çêkirina hemû corên xwarinên girêdayî masî û goştê pez de şareza bûye.
Enîse Hilû 66 saliye di sala 1992an de yekem pirtûka xwarinê nîvisandiye, 9 pirtûk derbarê xwarinê de nîvisandine, pirtûka wê El-Metbex El-Lubnanî ango Kîlera Lubnanî deng veda, bi taybetî ser asta navdewletî, wek ku çawa şêfa Hindê Mador Cafrî û şêfa Başûrê Afrîqyayê Edna Luwîs xwarinên welatê xwe bi cîhanê dan nasandin.
Lê pirtûka FEAST ango xweşxwan ya herî dawî ku Enîse Hilû derbarê xwarinê de nîvisandiy zêdeyî 300 wesfeyên xwarinê ango danasandinê lixwe digire, di pirtûka FEAST de Enîse Hilû dîroka veguhestina wesfe û xwarinên cîhana Islamî bo deverên din dide xuyakirin.
Li gel ku Enîse ne misilman e, lê ew niha bûye çavkaniya Metbex ango Kîlera welatên Misilman, di vê derbarê de Naûmî Digwîd nivîskara pirtûka Tama xwarinên Îranê dibêje, pêwîstiya me bi hejmareke zêde bi pirtûkên wek FEAST heye, daku xelk rewşenbîriya xwarinên din nas bikin, divê xelk di rêya xarinê re hevdû binasin.
Biryara serokê Amerîkayê derbarê qedexekirina derbasbûna welatiyên 5 welatên misilman bo Amerîkayê, kir ku Enîse bifikire pirtûka xwe FEAST belav bike, daku bibe kiryareke siyasî, ji bo xelk aliyê mirovî derbarê cîhana Islamî binasin.
Enîse Hilû berî şerê navxweyê Sûriyê li Helebê çavpêkeftin li gel jinên serçavgirtî pêk anîn, ku çawa çayê û kulîçeyên bi xurma dixwin, û li Dakara Senîgalê li mala serokwezîrên berê xwarina Thaybodîn ku ji masî li gel birincê pêk tê xwar û piştre tevlî pirtûka xwe kir.
Pirtûka FEAST hestên taybet derbarê xwarinên Şamê li Sûriyê û Lubnan di nav xwe de hiltîne, bi taybetî Kebabên Sûrî ku bi Simaqê hatine birajtin , ku li bajarokê Meşta El-Hilû li mala meta xwe xwaribû, piştre Enîse serdana bajarê Helebê dike ew bajarê bi kebabên tûj naskirî ye, lê bajarekî wêrankirî dibîne, niha Enîse li Awropayê xwarina xwe ya herî xweş kebabên qeresî tûj li gel malabatên Sûrî dixwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse