Pisporan hişyarî da: Di van rewşan de berfê mexwin!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zivistan Berf Xwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Clevelandê ya Bijîşkî ya Amerîkayê ragihand ku bi hatina sermayê re xelk hez dike berfê bixwe lê di hinek rewşan de nabe ku berf were xwarin.

Li gorî Navenda Clevelandê eger dest li berfê ketibe, hatibe maliştin, pê lê hatibe kirin an otomobîl di ser re derbas bûbin nabe ku were xwarin.

Her wiha eger rengê berfê guherîbe, nabe berfa zer, reş an sor were xwarin. Ev nîşana wê yekê ye ku tiştên din tevlî bûne û pîs bûye.

Navendê hişyarî da ku nabe çîna yekem a berfê were xwarin, ji ber ku mîkrob û pîsiya hewa û erdê tevlî bûye.

"Zererên xwarina berfê"

Di dema xwarina berfê de divê mirov hay ji van tiştan hebe:

  • Dibe ku bibe sedema alerjiyê.
  • Laş bêav dihêle, ji ber ku laş ji bo helandina wê enerjiyeke zêde xerc dike.
  • Dibe ku mîkrob tevlî bûbin û bibe sedema nexweşiyê.

Pisporê Keşnasiyê Mihemed Kemal ji Rûdawê re got, "Îro pêl berfireh dibe û li hemû deverên Kurdistanê baran dibare."

Kemal diyar kir ku li herêmên çiyayî û bajarokên bilind berf dibare û anî ziman:

"Şêladizê, Amêdî, Bamernê, Barzan, Mêrgesor, Qeredax, Pênciwên, Pîremegrûn û Mawet dê spî bibin."

"Duşemê berf zêde dibe"

Pisporê keşnasiyê hişyarî da ku ji nîvroya Duşemê heta şev, tê pêşbînîkirin ku rêjeya herî zêde ya berfê bibare.

Ne tenê li çiyayan, li navenda hinek bajaran jî berf tê payîn. Pileyên germahiyê dadikevin û egera qerisîn û şextê heye.

Pêla baran û berf dê heta roja Pêncşemê bidome.

Li gorî Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî berf û baran heta dawiya vê hefteyê didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst