Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Ciwan Haco, bi riya Rûdawê bang li aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir, ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û helwesta xwe bikin yek.
Ciwan Haco, bi taybetî daxwaz ji ENKSê û PYDê kir ku tifaqeke xurt ava bikin û tekez kir, di van rojên giran de ji wan tê xwestin, ku xwedî yek armancê bin.
Haco herwiha bang li Kurdên Ewropa û derveyî Kurdistanê jî kir ku li hember êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemînin û beşdarî çalakiyan bibin.
Hunermendê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê got jî, di vê rewşa niha de ku şer û pevçûn hene û Rojavayê Kurdistanê di rewşeke hesas re derbas dibe, divê yekîtiyeke xurt di navbera aliyên Kurdistanî de çê bibe.
Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên ser bi wî welatî ve ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirine.
Ji roja 17ê Cotmehê ve tevî ku agirbest hatiye ragihandin û paşê bi rêkeftina navbera Rûsya û Amerîkayê ew agirbest hate dirêjkirin, lê belê li hin deveran êrîşa çekdarên ser bi Tirkiyê ve bo ser hêzên HSDê berdewam e.


.jpg&w=3840&q=75)