Ezîz Weysî: Ji ber şer min nexwest stranên şahiyê bêjim

30-06-2017
RÛDAW
Nîşan Ezîz Weysî Stran Klîp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjê kurd Ezîz Weysî got, ku eger saziyên xêrxwaziyê ji bo alîkariya pêşmerge û koçberan konseran saz bikin, ew amade ye beşdar bibe.

 

Stranbêjê navdar ê kurd Ezîz Weysî ji Rûdawê re behsa xebatên xwe yên nû kir û got: “Navê berhema min a herî nû Zeyneb e. Ev çend roje hatiye belavkirin. Herwiha 3 klîbên nû amade dikim, dîmenên wan amade ne tenê montaj mane. Di demeke nêzîk de ew jî dê amade bibin.”

 

Weysî diyar kir, ku di van 2 salên dawîn de ji ber şer û aloziya li Kurdistanê nexwestiye ti konserekî saz bike û ragihand: “Şerekî nexwestî pêsîra Kurdistanê girtibû. Ji ber vê min nexwest ez li Kurdistanê srtanên xweşiyê bêjim. Her malekê 2- 3 şehîd hene, ez nikarim di vê rewşê de van stranan bêjim.”

 

Ezîz Weysî mizgîniya vegera xwe jî da û da xuyakirin: “Înşallah eve DAIŞ bidawî dibe û em ê jî vegerin qadê. Hêvîdar im, ku şahî û xweşî were nav Kurdistanê.”

 

Stranbêjê kurd destnîşan kir, ku eger saziyên xêrxwaziyê bixwazin ew amade ye ji bo alîkariya pêşmerge û koçbaran beşdarî konseran bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst