Dîlan Xoşnawê straneke Îngilîzî belav kir

01-03-2025
Hêmin Ebdullah
Dîlan Xoşnaw / Wêne: Ji dîmenan
Dîlan Xoşnaw / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Dîlan Xoşnaw Stran
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Stranbêj Dîlan Xoşnawê stranek bi Îngilîzî got û belav kir.

Dîlan Xoşnaw pir kêm stranan dibêje lê dema ku dibêje xweş dibêje.

Ew bi xwe endazyar e lê li kêleka wî karê xwe hunera xwe jî ji bîr nekiriye.

Dîlan Xoşnaw vê carê bi tiştekî nû ve vegeriyaye.

Stranbêja Kurd Dîlan Xoşnaw bû mêvana bernameya Diyasporayê, behsa berhema xwe ya herî ya hunerî "Awe gîrme awe" kir.

Dîlan Xoşnaw ku di warê arkîtekt û hunera muzîkê de çalak e, amaje bi wê yekê kir ku strana wê di demeke "gelek hestyar" de hatiye nivîsîn û mebesta wê peyama azadiya derbirînê bi zimanê dayikê ye.

Dîlanê dibêje "mebesta min ji stranê ew e ku ti kesek nikaribe te rawestîne ji bo ku tu bi zimanê xwe biaxivî."

Her wiha wê diyar kir ku stran "bi xwe siyasî ye lê bi stîla romantîk" hatiye çêkirin ji bo ku peyama wê bi awayekî baştir bigihêje xelkê.

Dîlanê amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber mijûlbûna wê bi "projeyên mezin" di warê arkîtektiyê de, nedikarî klîpê ji bo stranê çêbike.

Yek ji projeyên wê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê ye ku niha lê niştecih e.

Di dawiyê de Xoşnawê beşek ji strana xwe got ku dibêje, "De lew nereş pêkem destem dizî eksême. Fêstan, ezmanî kurdî her bijî Kurdistan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst